Baydemîr: Dadmendî nebe ewlehiya welêt nîn e!
HDP’ê ji bo wekîlên ku dîl hatine girtin li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî da.
HDP’ê ji bo wekîlên ku dîl hatine girtin li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî da.
Baydemîr amaje bi Cemeatê kir û ji hikûmê te re got, "wan hewl da darbeyê bikin û hûn jî didomînin." Baydemîr wiha dewam kir, "heta ku dadmendî pêk neyê ewlehî li vî welatî pêk naye." Seroka Giştî yê EMEP’ê Gurkan jî got, "daxwaza dadmendiyê ya ji bo vî welatî sîgortaya demokratîkbûna vî welatî ye."
Nobeta Wijdan û Edaletê ya ku HDP’ê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daye destpêkirin didome. Di roja sêyan de Seroka Giştî yê EMEP’ê û şandeya pê re, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl HDP tenê nehiştin. Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Enqereyê xwest ku tevlî nobedê bibe, polîsan destûr neda.
BEHSA NAKOKIYAN KIR
Di roja sêyan a nobedê de li ser navê HDP’ê Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr axivî û got, îdîaname û fezlekeyên li ser wekîlan li hev nakin.
Baydemîr diyar kir, ew ji bo siberojeke ronak, wekhev, azad û aştî li ber xwe didin û wekîlên wan ji ber ku muxalefet kirine hatine girtin.
Baydemîr bi domdarî bal kişande ser girîngiya dadmendiyê û got, "heta ku dadmendî sazkar nabe li vî welatî ewlehî jî sazkar nabe."
Baydemîr amaje bi darbeya Cemeatê kir û ji AKP'ê re got, "Wan hewl da ku darbeyê bikin û hûn jî darbeyê didomînin."
GURKAN: LI HER DEVERÊ LÊGERÎNA DADMENDIYÊ HEYE
Seroka Giştî yê EMEP’ê Selma Gurkan jî got, "beşên civakî yên cihê dadmendiyê dixwazin.Em daxwaza dadmendiyê dikin lê ji vê pergalê ti dadmendiyê hêvî nakin."
Gurkan bi domdarî wiha got: "Daxwaza dadmendiyê ya vî welatî sîgortaya demokratîkbûna vî welatî ye’ û got, ‘niha dema wê ye ku em vê têkoşînê bi hev re bidin."