Bavê 'bombeyê zindî' Abdulkadîr Gozukara yê lê tê gerîn: Dibe ku kurê min niha li Tirkiyeyê be
Bavê Abdulkadîr Gozukara ku di nava lîsteya bombeyên zindî ya dewletê de navê wî jî heye, Hasan Gozukara diyar kir ku kurê wî li kampa AFAD'ê DAIŞ nas kiriye û tevlî karê wan bûye.
SEDAT SÛR
SEMSÛR / ANF
pêncşem, 22 kewçêrê 2015, 09:24
Bavê Abdulkadîr Gozukara ku di nava lîsteya bombeyên zindî ya dewletê de navê wî jî heye, Hasan Gozukara diyar kir ku kurê wî li kampa AFAD'ê DAIŞ nas kiriye û tevlî karê wan bûye. Bav Gozukara da xuyakirin ku ew hîn bûne; yên kurê wî û yên din bi pereyan birine Mûstafa Dokûmaci û Yûnûs Emre Alagoz in. Gozukara got, "Kurê min jî di lîsteyê de heye. Ez niha bi tirs û fikar im. Ez ditirsim ku niha kurê min li Tirkiyeyê be. Eger ji zarokekî ku nikarîbû mirîşkekê jî serjê bike bombeyê zindî afirandin, hingî dikarin wî bidin teqandin."
Li Semsûrê, weke navenda xebatên DAIŞ'ê, kampa AFAD'ê tê nîşandan. Abdulkadîr Gozukara yê ku li kampa AFAD'ê tevlî DAIŞ'ê bû û piştre dest bi şandina endaman ji DAIŞ'ê re kir, li kampa AFAD'ê bi jineke ji Sûriyeyê re zewicî û pê re tevlî çeteya DAIŞ'ê bû. Navê Abdulkadîr Gozukara di lîsteya bombeyên zindî ya piştî komkujiya Enqereyê hat aşkerakirin de, heye. Bav Gozukara cara yekê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew bi tirs û fikar e kurê wî li Tirkiyeyê çalakiya bombeya zindî pêk bîne.
'HER TIŞT LI KAMPA AFAD'Ê DESTPÊ KIR'
Hasan Gozukara got, "Kurê min li Semsûrê li kampa AFAD'ê dest bi kar kir. Dûre bi nod dereceyî guherî" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî vê guherî, carna wesayîta min werdigirt û diçû. Digot ew ê bi hevalên xwe re bigere. Lê xuyaye hingî diçû xebatên DAIŞ'ê dimeşand. Bêguman kurê min jî mexdûr e. Mirovekî ku di emrê xwe de mirîşkek jî serjê nekiriye, ji nişka ve guherî û ew birin. Yên ew birin, bîst mîlyar dan û ew birin. Kurê min li kampa AFAD'ê ev kar nas kir."
'BI HEVJÎN Û ZAROKÊN XWE RE TEVLÎ DAIŞ'Ê BÛ'
Bav Gozukara bibîr xist, ku tevî kampa AFAD'ê, ocaxa çay a Îslam yek ji navendên xebata DAIŞ'ê bû û diyar kir ku wî kurê xwe çend caran li vê ocaxa çay dîtiye. Gozukara da xuyakirin ku ji bo pêşî li kurê xwe bigire wî tedbîr girtiye û wiha axivî: "Lê beriya heyşt mehan ji min re got, 'ez ê hevjîna xwe bibim nexweşxaneyê' û ji malê derket. Ji hingî ve ji holê winda bû. Hîn bûm ku derbasî Sûriyeyê bûye. Piştî du rojan çûm emniyetê. Ji emniyetê ji min pirsîn 'ew diçû ocaxa çay a Îslam?' Min got belê çû. Kurê min tevî hevjîn û zarokên xwe niha li Sûriyeyê di nava DAIŞ'ê de cih digire."
'NIKARÎBÛM BIBIM ASTENG'
Bav Gozukara got, "Ji bo li pêşiya kurê xwe bibim asteng min gelek tişt kir, min pere dayê, motorsîkleta wî jê stend, wesayîta wî jê stend, ji malê qewirand, du rojan li mala cîranan ma" û diyar kir ku tevî van hemû hewldanan jî ew nikarîbû li pêşiya wî bibe asteng. Hasan Gozukara da xuyakirin ku kurê wî car carna li wan digere û got, "Carna li me digere. Xuya ye di bin zextê de ye. Em nikarin zêde biaxivin."
'POLÎSAN GOTIN; EV KAR JI BO ME JÎ ZÊDE YE'
Bav Gozukara anî ziman ku wî nûmaraya kurê wî pê li wan geriya ye daye emniyetê û got, "Min nûmara da emniyetê, kontrol kirin û gotin ku wan nedîtine. Berî çend rojan ji emniyetê bang kirin, ji ber ku kurê min di lîsteya bombeyên zindî de heye, mînakên xwînê xwestin. Min ji emniyetê re got; yên di lîsteya bombeyên zindî de cih digirin, bigirin. Ji min re gotin, 'eger em bibînin em ê bigirin û bînin'. Lê belê hînê ti kes nehatiye girtin. Polîs bi xwe jî dibêjin ku ev kar ji bo wan jî zêde ye. Nikarin dest lê werdin."
'BI TIRS Û FIKAR IM KU KURÊ MIN LI TIRKIYEYÊ BE'
Bav Gozukara anî ziman ku ew hîn bûne Mûstafa Dokûmaci û Yûnûs Emre Alagoz kurê wan û yên din bi dayîna pereyan birine û bibîr xist, ku navê kurê wî di lîsteya bombeyên zindî de cih digire. Gozukara got, "Navê kurê min jî di lîsteyê de heye. Ez bi tirs û fikar im. Ditirsim ku niha kurê min li Tirkiyeyê be. Eger ji zarokekî ku nikarîbû mirîşkekê jî serjê bike bombeyê zindî afirandin, hingî dikarin wî bidin teqandin."