Başaran: AKP hevrikên siyasî tasfiye dike
Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî cezayê girtîgehê yê ku li Parlamenterê Colemêrgê yê HDP’yî Abdûllah Zeydan da.
Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî cezayê girtîgehê yê ku li Parlamenterê Colemêrgê yê HDP’yî Abdûllah Zeydan da.
Başaran daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got; “Ji bo hilbijartinên zordest ên 24’ê Hezîranê demek kêm maye, AKP bi rêya darazê hevrikên siyasî tasfiye dike.”
Di daxuaniyê de wiha tê gotin; “Di vê çarçoveyê de cezayê girtîgehê yê ParlamenterêColemêrgê yê HDP’yî Abdûllah Zeydan ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hatî dayîn, ji aliyê Dadgeha Adliyeya Herêma Gazîantepê ve bi awayekî bê hiqûqî hat erêkirin.
Hikûmeta AKP’ê bi rêya darizandinê hemû serlêdana bêhiqûqî yên li dijî partiya me HDP’ê didomîne. Ji bo dîroka hilbijartinê tenê 53 roj mane, 8 sal û 45 roj cezayê girtîgehê yê Parlamenterê Colemêrgê Abdbûllah Zeydan ku ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ve hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Îstnafê ve bi lez hate erê kirin.
Ev biryara ku hatî dayîn ne hiqûqî ye, bi zexta siyasetê û bi ferman hatiye dayîn. Em ê tu bêhiqûqiyê qebûl nekin. Em ê hê bihêztir xwedî li îradeya gel derbikevin.”
Herî dawîn jî têkildarî 4 girtiyan lêpirsîn hatiye destpêkirin û ceza li wan hatiye birîn ku 2 mehan nikaribin biçin hevdîtinê. Mûstafa Tezel wê di 10.06.2018’an de tehliye bibe lê ji ber lêpirsînê dixwazin dîroka tehliyebûna wî bi derengî bixînin.”
Di civînê de hate diyarkirin ku ewlehiya can a girtiyan tune û hate gotin “Em bangî berpirsyaran dikin. Heke tiştek were serê girtiyên Girtîgeha Sîlivriyê yên Tîpa L’yê ya nimreya 2’emîn, berpirsê vî tiştî rêveberiya girtîgehê ye. Em diyar dikin ku em ê şopdarê vê meseleyê bin û em dixwazin di girtîgehan de êşkenceya Rewşa Awarte bi dawî bibe.”