Baroya Amedê xelatiya Ludovic Trarieuxê girt
Baroya Amedê, ji ber xebatên xwe yên di qada mafê mirovan de kirî, zext û êrîşê pê re rû bi rû mayî Xelatiya Taybet a Juriya 2018 Ludovic Trarieux wergirt.
Baroya Amedê, ji ber xebatên xwe yên di qada mafê mirovan de kirî, zext û êrîşê pê re rû bi rû mayî Xelatiya Taybet a Juriya 2018 Ludovic Trarieux wergirt.
Îsal, Baroya Amedê ji bo Xelatiya Taybet a Juriya Mafê Mirovan a Navneteweyî ya 2018 Ludovic Trarieuxê layiq hate ditin.
Baroya Amdê, bi biryara hevpar a baroyên Bordeaux, Paris, Roma, Luksemburg û Berlînê, enstîtuyên mafê mirovan û Yekîtiya Parêzerên Navneteweyî layiqê xelatiyê hate dîtin.
Ev xelatî, ji sala 1984’an ve li ser navê parêzerên doza Dreyfusê, Trarieux tê dayîn. Sala 1985’an Nelson Mandela, hê nebûyî serokê dewletê yê Efrîkaya Başûr ev xelatî wergirtibû.
Di daxuyaniya ji bo xelatiyê hatî kirin de, serokatiya Tahir Elçî ya baroyê ku 28’ê Kanûna 2015’an li navçeya Sûrê li ber Minareya Çarling hatîbû qetilkirin, hate bibîrxistin.
Xelatiyên 2018 Ludovic Trarieux yê Mafê Mirovan a Navneteweyî, îsal ji bo parêzera girtî ya Îranî Nesrîn Sotudehê hate dayîn.
Xelatiya Ludovic Trarieux a Mafê Mirovan a Sala 2012’an ji bo rêveberê berê yê Komalaya Mafê Mirovan ku ji doza KCK’ê ya Amedê dihat darizandin, hatibû dayîn.