Baroya Amedê îtîrazê biryara dozger kir
Baroya Amedê îtîrazê biryara dozger kir
Baroya Amedê îtîrazê biryara dozger kir
Baroya Amedê îtîrazê biryara dozger ya der barê bûyera tecawiza B.Ç ya astengdar a 19 salî ku gotibû ‘daxwaza wê heye’ kir. Koordînatora Giştî ya Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiyê ya Mafê Mirovan a Baroya Amedê parêzer Kezban Yilmaz da zanîn ku Dozgeriya Komarê ya Gencê, ligel tespîta ku B.Ç ‘di warê aqil û ruh de nekare xwe biparêze’ bi hinceta ‘ji ber ku daxwaz bûye sedema hiqûqê’ biryara neşopandinê daye û em wek Baroya Amedê vê yekê qebûl nakin.
Li navçeya Genç a Çewlîkê di 20’ê hezîranê de li gundê Yayla jina ciwan a 19 salî ya astengdare, nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê derket holê ku jina astengdar 5 mehî ducaniye. Memurê li nexweşxaneya Welîdinê ya Jinê ya Çewlîkê agahî da Fermandariya Cendermeyan a Çewlikê û Dozgeriya Komarê. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û di 11’ê tîrmehê 2013’an de biryara “îfadeya mexdurê hat girtin. Bûyer bi daxwaza wê pêk hatiye û kesî gilî nake. Ev kesa ku der barê xwe di alî ruh û aqil de nekare biparêze de delîlên şênber nîne û di bûyera ku ducanî maye de, ji ber ku daxwaz li gorî hiqûqê di cih de ye, der barê bûyerê de li ser navê cemawerî cih nîne.” da.
Koordînatora Giştî ya Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiyê ya Mafê Mirovan a Baroya Amedê parêzer Kezban Yilmaz der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û got hinceta biryara neşopandina dozger wek nayê fêmkirin dîtine. Yilmaz da zanîn ku ji bo ev biryara li dijî hiqûqê bê xerakirin, wan wek Serokatiya Baroya Amedê, li Dadgeha Cezaya Giran a Muşê îtîraz kirine.
Yilmaz da zanîn ku serdozgeriya Komarê ya Gencê li şûna ku ji bo mexdureyê lêpirsîna xwe kurtir bike, îmze avêtiye biryareke skandal.
Yilmaz da zanîn ku li gorî daneyên Îstatîstîkî yên Tirkiyeyê di 5 salên dawî de di sûcên êrîşa zayendî de ji sedî 30 zêdebûnek çêbûye û got: “Tenê di 7 mehên destpêkê yên sala 2013’an de 97 jin hatine kuştin, 97 hatine tecawizkirin, 127 hatine birîndarkirin, 110 hatine tacizkirin. Du meh berê derket holê ku di sala 2011’an de li Çewlikê jina bi navê E. A rastî tecawiza 8 pisporên çawiş hatiye û ev biryara ku di bûyera B.Ç de hatiye dayîn jî baweriya me ya bo edeletê tune kiriye. Ev jî careke din nîşanê me da ku zihniyeta mêr tu car neguheriye.”