Banga 'lêborînê bixwaze' li Tirkiyeyê hat kirin

Banga 'lêborînê bixwaze' li Tirkiyeyê hat kirin

Konferansa "Qirkirin, Edalet û Rûbirûbûn; Ji 1915'an heta Şengalê ji Qirkirinan re Na" ya li Zanîngeha Kolnê pêk hat bi dawî bû. Di beşa dawî ya konferansê de, nûnerên Ermenî, Elewî, Kurd, Suryanî û Êzidiyan ên rastî komkujiya dewleta Tirk hatin axivîn û bang li Tirkiyeyê kirin, ku lêborînê bixwaze.

Konferansa "Qirkirin, Edalet û Rûbirûbûn; Ji 1915'an heta Şengalê ji Qirkirinan re Na" ya bi pêşengiya Meclîsa Aştî û Demokrasî ve li Zanîngeha Kolnê pêk hat, bi rûniştina "Em li ku devera rûbirûbûnê ne? Em dikarin çi bikin? Nêzîkatiyên pêkhateyên meclîsa aştî û demokrasiyê li qirkirin û pêvajoya rûbirûbûnê" bi dawî bû. Di vê beşê de ezmûnên gelên li Tirkiye û cîhanê rastî qirkirin, komkujiyê hatine û rûbirûbûnên wan hatin nîqaşkirin. Di vê rûniştina bi moderatoriya Ayşe Yûmlî Yeter de li ser navê Nor Zartonk Alex Kalk, li ser navê AABK Huseyîn Akpinar, ji KCD-E Îsmet Kem, ji AvEG-Kon'ê Bakî Selçûk, ji DÎDF'ê Yucel Ozdemîr, ji Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê Robîn Yalçin û ji Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) Hecî Çelîk axivîn û dîroka komkujiyan vegotin.

'EM EDALLET Û HEQÎQETÊ DIXWAZIN'

Ji Nor Zartonkê Alex Kalk mafê destpêkê yê axaftinê wergirt û qirkirina Ermenî û Suryaniyan a di sala 1915'an de hat kirin, vegot. Kalk got, "Ev her du gel di qirkirinê re hatin derbaskirin. Ji her alî ve hat xwestin ji holê bên rakirin. Dewleta Tirk ev komkujÎ dûre jî dewam kir. Polîtîkaya Tirkkirinê heta roja îro jî dewam dike. Ji ber vê yekê bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin." Kalk ragihand ku komkujiyên beriya niha li Rojhilata Navîn hatin kirin di roja îro de jî dewam dikin û got, "Komkujiyên îro li Êzidiyan/Kurdan tê kirin, vê yekê nîşanî me dide. Girînge ji karakterên dîrokî hesap bê pirsîn. Bi tenê axaftina li vir têrê nake. Ji ber ku têkiliyên îdeolojîk ên komkujiyên dîrokî bi roja îro re dewam dikin. Komkujiyên îro li Şengal, Nînova û Kobanê tên kirin, ji ber hesapnepirsînê ne." Alex Kalk ragihand ku divê Tirkiye rû bi rû bi dîroka xwe be û ji bo rûbirûbûnê ev daxwaz bilêv kir: "Ji bo pirsa 'di qirkirina Ermenî de em çi dixwazin?' bersiveke tenê heye em didin. Ew jî edalet û heqîqet e. Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk divê beriya her titşî sînorên Tirkiye Ermenîstanê veke, rê li ber vegera Ermeniyên li dîasporayê veke, Qirkirinê nas bike, di pirtûkên dersê de bicih bike, hatineya sermayeya Tirkiyeyê ya di sala 1915'an de bidest xist hesabê wê bide."

'DÎROKA QIRKIRINÊ'

Li ser navê AABK Huseyîn Akpinar jî ragihand ku li Anatoliyê dîroka qirkirinan xwe dispêre sedan salan û got, "Destpêkê Selçûkiyan Sersor qetil kirin. Piştre ev komkujî di Osmanî de dewam kirin. Ji dema Selçûkiyan heta niha, mejiyê Tirkê Sunnî her kesê naşibe xwe qetil kiriye. Ji van hemûyan dewlet berpisryar e. Divê dewlet bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne. Ji bo careke din nebe pêwîste dewlet qirkirinan qedexe bike. Garantiyek nîne ku sibê Kurd û Sersor rastî komkujiyeke nû neyên."

'ÇARESERIYA XWE DISPÊRE GELAN DIVÊ'

Li ser navê KCD-E Îsmet Kem jî ragihand ku Kurd li Rojhilata Navîn rastî komkujiyên cidî hatine û got, "Kurd di tevahiya dîroka xwe de rastî komkujiyên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê hatin. Lê belê dewletên rojavayî yên mîna Elmanya, Îngilîstan û Rûsya jî ji vê berpirsyar in." Kem nîqaşên 'Kurdan di zext û komkujiyên li hemberî hindikahiyên din ên li herêmê de rol lîstiye' nirxand û got, "Gelekî ku di tevahiya dîrokê de rastî komkujiyan hatiye, trajiyeke ku di komkujiyên li hemberî gelên din de rol lîstiye. Kurdan di komkujiyên li hemberî Suryanî, Ermenî, Elewî û Êzidiyan de rol lîst. Ev rastiyeke, lê li gel vê jî, yên xwedî li wan derketin jî dîsa Kurd bûn. Îro li nava çeteyên DAIŞ'ê Kurd jî hene, lê belê yên li Kobanê têdikoş in jî Kurd in. Divê em ji bîr nekin, yên beriya dewletê gule berda Tevgera Azadiyê ya Kurd Kurdên cerdevan bûn. Ev jî hene. Ji ber vê yekê xizmetî rastiyê û heqîqetê nake ku ev feraset malî tevahiya Kurdan û Misilmanan bê kirin."

Îsmet Kem axaftina xwe bi vê pêşniyara ji bo jiyana bi hev re ya li Mezopotamya û Anatoliyê bi dawî kir: "Her gel vê erdnîgariyê li gorî xwe pênase dike. Bêyî yek xwe li ser yê din ferz bike, divê em çareseriyeke lihevkirî û wekhev bibînin. Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurd neteweperestiyê nakin. Zayenîparêziyê nakin. Lê em li dijî her şêwe neteweperestiyê ne. Divê çareseriyeke azadîparêz bê dîtin."

'DI QIRKIRINA SEYFO DE BI HEZARAN SURYANÎ HATIN KUŞTIN'

Nûnerê Asûrî-Suryaniyan Robîn Yalçin jî bi vegotina dîroka gelê xwe dest bi axaftina xwe kir. Yalçin ragihand ku Suryanî di dîroka xwe de bi gelên li gel xwe di nava aştiyê de jiyaye û got, "Tevî vê yekê jî gelê me di 1915'an de di qirkirina Seyfo de derbas bûye û ji ber vê yekê bi tinebûnê re rû bi rû maye. Gelê me yê rastî komkujiyê hat, li çar aliyên cîhanê belav bû û zerarên mezin dît. Suryanî, ji bo xiyanetê li baweriya xwe nekin xaka xwe ya kevnare terikandin û koçî cihên xerîb kirin." Yalçin da xuyakirin ku di roja îro de jî gelê Suryanî li Nînova rastî komkujiya DAIŞ'ê tê û hişyarî da ku heta ev mejî hebe, wê komkujî dewam bikin.

Robîn Yalçin diyar kir ku feraseta qirkirinê di roja îro de ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin û got, "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne. Û em dixwazin bersiv ji pêvajoya çareseriyê ya hatiye destpêkirin re bê dayîn. Em dixwazin tevahiya mafên Suryaniyan werin dayîn. Eger ev were kirin, hingî lêborîna Tirkiyeyê wê were qebûlkirin. Divê rûbirûbûa exlaqî û dîrokî ji dil be."

'DIVÊ TIRKIYE LÊBORÎNÊ JI ÊZIDIYAN BIXWAZE'

Li ser navê FKÊ Hecî Çelîk jî da zanîn ku li Mezopotamyayê demekê gelek gel dijiyan û anî ziman ku ev hemû di komkujiyê re hatine derbaskirin û tinekirin. Çelîk ragihand ku divê Tirkiye hesabê vê bide û got, "Pêwîste Tirkiye lêborînê ji Êzidiyan bixwaze. Ji bo vegera 100 hezar Êzidiyên li dîasporayê dijîn, girîng e şert û merc werin afirandin. Êzidiyatî jî divê weke oleke fermî li Tirkiyeyê were qebûlkirin. Heta ku dewleta Tirk vê neke, nikare bi vê civakê re li hev bike."

DIVÊ SEROKWEZÎRÊ TIRKIYEYÊ ÇONGÊN XWE BITEWÎNE!

Ji AvEg-Konê Bakî Selçûk jî di komkujiyên hatine serê gelê Ermenî û Suryaniyan de bal kişand ser rola Elmanyayê û anî ziman, ku haya Elmanya ji her tiştî hebû. Selçûk bi zimanekî tund qirkirinên hatine serê Ermenî, Suryanî, Kurd û Elewiyan rexne kir û bang li Tirkiyeyê kir ku bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne. Nûnerê DÎDF'ê Yucel Ozdemîr jî helwesta Serokwezîrê Elmanya Willy Brandet ê li pêşberî bîrdariya komkujiya Yahûdiyan çongê xwe tewand mînak nîşan da û got, "Serokwezîrê Tirkyeyê kengî biçe Dêrsimê li pêşberî peykerê Seyîd Riza, li Ermenîstanê li pêşiya bîrdariya Ermenî û ji bo Roboskî bîrdariyekê çêbike û li ber wê çongê xwe bitewîne, hingî wê watedar be."