Bang û peyama KONGRA-GEL a ji bo Cejna Qurbanê
KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Em dixwazin cejn hevgirtin û yekîtiya gelên me ya li hemberî faşîzmê zêdetir bike."
KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Em dixwazin cejn hevgirtin û yekîtiya gelên me ya li hemberî faşîzmê zêdetir bike."
KONGRA-GEL diyar kir ku AKP xisarê dide Îslamê û bi têkoşîna hevpar faşîzma AKP-MHP’ê dikare zûtir were hilweşandin.
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL'ê îro bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
Peyama cejnê ya KONGRA-GEL’ê wisa ye:
"Di serî de ya Rêber Abdullah Ocalan em cejna gelên xwe û ya hemû cîhana Îslamê pîroz dikin. Xwesteka me ev e ku cejn bibe zêdebûna hevgirtin û yekîtiya gelan a li dijî faşîzmê.”
'AKP DI CEJNÊ DE JÎ PLANÊN SÛÎQEST Û QETLÎAMÊ DIKE'
Gelê me li jêr êrîşên faşîzma dewleta Tirk amadekariya cejnê dike. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li ser nasname û hebûna gelê Kurd li her cihî didomîne..
Erdogan ji Şengalê bigire heta Kobanî û Rojava, ji bo tunekirina Kurdan bi DAIŞ’ê re tevgeriya û bi ser neket. Niha jî dixwaze bi tifaqa MHP’ê ya faşîst desthilatdariya xwe bidomîne.
Tifaqa faşîst a AKP û MHP'ê dixwaze nasname, ziman, çand, dîrok, hemû nirxên madî û manewî, yanî hebûna azad a gelê Kurd tine bike. Planên sûîqestê yên ku MÎT a Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî rêveberiya KCK'ê amade kir, êrîşa li dijî sivîlên li Efrînê beriya cejnê, mînakên dawî yên vê rastiyê ne.
Hilweşandin û nebaşiya ku faşîzm dike, ne tenê li Kurdan tê kirin. Bandorê li tevahiya herêmê dike, bi taybetî jî li gelê Tirk. Ev hovîtiya ku bi senteza Tirk-Îslamê tê kirin, herî zêde zerarê dide gelê Tirk û Îslamê. Ev şerê qirêj, ev polîtîkayên faşîzan hemû nirxên madî û manewî, însanî yên gelê Tirk jî tine dike.
'BI TÊKOŞÎNA HEVPAR, FAŞÎZMA AKP-MHP DIKARE BÊ TÊKBIRIN'
Ji ber vê yekê, wezîfeyeke însanî ya hemû gel, bindest, jin, ciwan, kedkar, bawermendên cuda û dijberên faşîzma AKP-MHP'ê ye, ku li dijî faşîzmê bi rengekî hevpar têbikoşin. Pêwîst e şoreşger û demokrat pêşengiyê ji avabûna vê yekîtiya hêzê û birêvebirina wê re bikin. Ev berpirsyarî wezîfeyeke dîrokî ye ji bo her kesî. Eger ev bê kirin, wê faşîzma AKP-MHP'ê ji texmînan jî zûtir hilweşe. Pêwîst e hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê, Cejna Qurbanê ji xwe re bikin firsendeke girîng ku dest bi karekî bi vî rengî bikin.
Cejna Qurbanê ji bo karê yekîtiya civakî û neteweyî jî firsendeke girîng e, ku ev kar ji bo gelê me stratejîk e. Bi wesîleya cejnê, divê aliyê civakî yê karê yekîtiya neteweyî ya KNK'ê bê xurtkirin û nasnameyên cuda yên civakî tevlî vî karî bên kirin.
Li ser vê bingehê em careke din Cejna Qurbanê li gelê xwe û alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvîdar in wê cejn bibe wesîleya geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê."