Balûken: Zena komkujiyê li ser AKP’ê ye

Wekîlê HDP’ê Balûken ji bo Komkujiya Enqerê Lêkolîna Meclîsê xwest. Balûken got, "gumanên cidî hene ku komkujî bi agahdarî û pejirandina desthilatdariya AKP’ê pêk hatiye."

Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken, têkildarî Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê Lêkolîna Meclîsê xwest.

Balûken di beşa hincitê ya pêşniyarnameya lêkolînê de ku raberî Seroktiya Meclîsê kir, piştî ku têkildarî roja komkujiyê agahî dan go,’’ Gumanên cidî hene ku beriya komkujiya DAIŞ’ê bi awayekî xwekujiyê pêk bîne û geşedanên piştî wê jî nîşan didin ku bi agahdarî û pejirandina AKP’ê ev komkujî pêk hatiye.’’

‘HÊZÊN DEWLETÊ PİŞTÎ KOMKUJIYÊ ÊRÎŞ KIRIN’

Balûken diyar kir piştî teqînê hêzên dewletê rewşa birîndaran ji tine ve hesiband û bi awayekî bibe sedema kuştina wan êrîşeke bi gazê kir, delîl berhev nekirine, ji bo parêzeran asteng derxistine û dozgerî bi derengî çûye cihê bûyerê. Balûken wiha domand:

‘’Dîsa delîl di wextê xwe de nehatine parastin û berhevkirin û têkildarî lêpirsînê biryara veşartinê û qedexeya weşanê hatiye danîn. Piştî bûyerê bi rojekê hatiye astengkirin saziyên ku mîtînga Ked, Aştî, Demokrasiyê pêk anîne biçine cihê bûyerê û qerefîlê deynin û cinazeyan bişînin navendên ku wê lê werin veşartin. Piştî komkujiyê bi salekê ango bîranîna kesên ku komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye qedexekirin û weke roja ku komkujî bûyî Meydana Garê di nav gazê de bûye mij û moran.

‘DAVUTOGLU LI XWE MIKUR HAT’

Di demeke kurt de diyar bû ku yên ku komkujî pêk anîne DAIŞ e û têkiliya wan bi êrîşên Pirsûs û Amedê re heye. Di demeke kurt de diyar bûye kesê ku komkujiya Enqerê pêk anî, Yunus Emre Alagoz birayê Şêx Abdurrahman Alagoz e ku komkujiya Pirsûsê pêk anîbû, dema ku ji bo komkujiyê hatî Enqerê têkildarî wî her çendî guman hebûn jî bê pirsgirêk ji cihên kontrolê yê polîsan bi hêsanî derbas bûye. Di bernameyeke televîzyonê de (12.10.2015) Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutogtlu diyar kir lîsteya navên kesên ku wê êrîşên xwekujî pêkbînin di destê wan de heye û bi zanebûn ew nehatine girtin. Davutoglu wiha gotibû, ‘’Lîsteya kesên ku wê çalakiyên xwekujiyê pêk bînin heye. Hûn dişopînin lê heta ku çalakî pêk neyê hûn nikarin mudaxele bikin.’’ û bi vê daxuyaniyê ev qebûl kiriye.’’

‘SALEK DERBAS BÛ LÊ LÊPIRSÎNE CIDÎ NÎN E’

Balûken diyar kir, komkujî di heman demê de bi mebesta çewisandina hêzên demokrasî û muxalefeta civakî ya Tirkiyê û Kurdistanê ye û bi mebesta bêdengkirina daxwaza aştiya civakî ye û wiha domand, ‘’Li gel ku di ser vê komkujiyê re ku di dil û hişê civakê de qelşên mezin vekir, salek derbas bûye jî hê lêpirsînek cidî nehatiye destpêkirin, berpirsên sereke yên komkujiyê nehatiye zelalkirin. Ev pêvajoye salekê hikûmetê nexwestiye berpirsiyariya wê, îhmalên wê yan jî polîtîkayên wê ku zemîna ji komkujiyên çeteyan re ava kiriye, derbikeve holê, were rexnekirin û derkeve holê.’’

Balûkên di dawiya pêşniyarnameyê de dibêje, ‘’Komkujiya ku were nixumandin, heqîqeta wê tê tarîkirin mixabin dibe sedema komkujiyên meztir û amadekarê wan’’ û xwest ku bi bayê bezê Lêkolîna Meclîsê were destpêkirin.