Balûken pirsa TÎGEM li Davûtoglû kir
Balûken pirsa TÎGEM li Davûtoglû kir
Balûken pirsa TÎGEM li Davûtoglû kir
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, der barê bikaranîna erdê TÎGEM'ê ji aliyê çeteyên El Nûsra ve, pêşnûmepirsek pêşkêşî parlamentê kir.
Der barê TÎGEM'ê de ku di nûçeya ANF'ê ya 8'ê Îlonê de derketibû holê ji aliyê çeteyan ve weke biryargeh tê bikaranîn, Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken ji bo bersivdayînê pêşnûmepirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû kir.
Balûken da xuyakirin gelê li herêmê û raya giştî ya welêt di wê baweriyê de ye, ku bi girtina deriyê sînor ê Serêkaniyê re erdê Muduriyeta Giştî ya Kargeha Çandiniyê ya Serêkaniyê (TÎGEM) ji aliyê rêxistinên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê yên ser bi El Qaîdeyê ve weke biryargeh û rêgeh tê bikaranîn.
Di pêşnûmepirsê de bal hat kişandin ser nûçeyên derbarê mijarê de û hat ragihandin ku erdê TÎGEM ê ji sivîlan girtî ye bi 142 kamerayan tê kontrolkirin û hat gotin, "Ji aliyê gelê herêmê ve tê zanîn ku navenda bingehîn a kombûna milîtanên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Şam-Iraqê, Tesîsên Bêhnvedanê yên Suleyman Şah ên Kaniya Xezalan e, ku di nava erdê TÎGEM'ê de cih digire. Di nûçeyên li çapemeniyê hatin weşandin de tê gotin ku ev tesîs veguhere qadeke ku hemû pêdiviyên çeteyan lê tê organîzekirin. Li gorî van hemû agahiyan, TÎGEM a li ser xeta Serêkaniyê-Kaniya Xezalan, ji her şêweyên xebatên îllegal re mêvandariyê dike."
BalÛken ev pirs li Wezîr Davûtoglû kir: "TÎGEM çima îro ji ketin û derketina sivîlan girtî ye? Bi girtina deriyê sînor re, haya wezaretiya we jê heye ku li TÎGEM'ê du derî vebûne? Eger haya we jê hebe, hingî derketin û derketina ji van deriyan bi kîjan armancê tê kirin? Ji van deriyan, kî derbasî Sûriyê dibe? Ev derbasbûn bi awayekî fermî tên qeydkirin? Ti mevzûateke fermî heye ku ev derbasbûn xwe dispêrê? Eger hebe çiye? Dîmenê ji aliyê kamerayên TÎGEM'ê ve tên qeydkirin li ku derê ne? Ev qeyd hatiye lêkolînkirin? Qeyd dê ji raya giştî re vê aşkerakirin?"