Baluken: Li Tirkiyeyê di têkoşîna bi tuberkulozê re pirsgirêk hene

Baluken: Li Tirkiyeyê di têkoşîna bi tuberkulozê re pirsgirêk hene

Parlamenterê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken di derbarê nexweşiya Tuberkuloz û pirsgirêkên din de, xwest li gorî xalên 104 û 105 ya rêziknameya hundir û Makeqanûna 98’an ‘Lêkolîna meclisê’ bê kirin.

Baluken diyar kir ku, Tuberkuloz bi qasî sedemên kesane ji ber sedemên çandî û hawirdorî jî çêdibe û wiha got: “Ji ber divê divê bi nexweşiya Tuberkulozê re ligel teşhîsa şerê tibî û dermankirinê divê teşhîsa civakî û tedawî bê kirin.”

Baluken bibîrxist ku li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê , ji sêyan yek ji nifûsa cihanê mîkroba tuberkulozê pê re heye û got di 10 salên pêş de dê 300 milyon kes bi vê mîkrobê re rû bir û bimîne. Baluken got 90 milyon kes dê bi vê nexweşiyê bikevin û 30 kes jî dê bimirin. Baluken wiha pê de çû: “ Li gorî daneyên rêxistina Tenduristiyê ya cîhanê her sal 300 hezar zarok ji ber tuberkulozê dimirin. Ev nexweşî zêdetir ji ber sedemên civakî derdikevin holê û ji ber vê jî nexweşiyeke bi jiyanê re di nav têkiliyê de ye. Destpêkê divê sedemên hawirdorê ku dibin sedema nexweşiyê ji holê bê rakirin. Ji bo vê jî divê ne tenê teşhîsa tibê û tedawî divê teşhîs û tedawiya civakî bê kirin.”

Balûken got xirab bûna şert û mercên civakî bandorek mezin li ser tuberkulozê dike û got tuberkuloz herî zêde bi kesên ku zehmetiya debarê dikişînin de tê dîtin.

Baluken destnîşan kir ku, di warê bi tubekulozê re têkoşînê de pirsgirêkên cidî der dikevin holê û wiha got: “Divê sedemên nexweşiya tuberkulozê bên lêkolînkirin û ji bo tespîtkirina sedemên vê nexweşiyê û çareseriya wê hewcedarî bi lêkolîna meclisê heye.”