Balûken: Li Şirnexê rejîma mirin û zilmê heye

Balûken di Meclîsê de axivî, bal kişand ser rewşa li Şirnexê, got; “Li Şirnexê rejîmek mirin û zilmê heye ku hê dîrokê nav lê nekiriye, hê mirovahî nizane.”

Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê li ser tezkereya Serokwezîrtiyê ya ku ji 19’ê Cotmehê ve 3 mehan dirêjkirina Rewşa Awarte pêşniyar dike, gotûbêj dike.

Destpêkê li ser navê Koma HDP’ê Serokwekîlê Komê Îdrîs Balûken axivî, diyar kir ku darbeya 15’ê Tîrmehê bi îradeya hevpar a Meclîsê hatiye şikandin, lê piştre AKP’ê Meclîs daye valakirin.

Balûken destnîşan kir ku jehrkuja darbeyê demokrasî, aştiya civakî û dewleta hiqûqî ye, wiha dewam kir; “Lê mixabin, tevî hemû hişyariyan jî guhê xwe li civakê girtinê, ji wê rojê heta niha çi karîbûn kirin. Bersivdayîna giştî bangên me bi îlankirina Rewşa Awarte çêbû. Li 80 bajarî rewşa awarte, li Şirnexê rejîmek mirin û zilmê heye ku hê dîrokê nav lê nekiriye, hê mirovahî nizane.”

Balûken ragihand ku Şirnexî jî nikarin bikevin Şirnexê, wiha axivî; “Tevî hemû serlêdanên me yên têkîldarî Şirnexê jî, heta îro ji bo valakirina Şirnexê ji Şirnexiyan, ji bo bêmirovkirina Şirnexê rejîmeke ku heta niha nehatiye dîtin li serê vî gelî kirin emel, li gelê Şirnexê rewa dîtin. Ji ber zivistanê jî ji bo bi hezaran malbatên me, welatiyên me ku niha li konan dimînin, em dibêjin; ‘Em stargehan çêbikin, xaniyan çêbikin.’ Hûn vê jî asteng dikin. Hûn di şexsê Şirnexê de cezakirina gele Kurd wek rêbazekî, rejîmekê qebûl dikin. Ez behsa alîkariyên din ên hatine astengkirin nakim jî. Hûn tevahî kampanyayên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî ya têkîldarî pêdiviyên biyolojîk asteng dikin, qedexe dikin.”

 ‘MECLÎS DEMÊ DIBIHURÎNE’

Balûken got, “Li Şirnexê rejîmek mirin û zilmê heye ku hê dîrokê nav lê nekiriye, hê mirovahî nizane” û ji bo Biryarnameyên Di Hikumê Qanûnê de jî wiha axivî; “We îradeya Meclîsê bi temamî binpê kirin. Ev Meclîs vala vala demê dibihurîne.”

 ‘LI HOLÊ TI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DARBEYÊ NÎNE’

Balûken destnîşan kir ku AKP’e dixwaze Rewşa Awarte bidomîne, wiha pê de çû; “Li holê ti têkoşîna li dijî darbeyê nîne. Di bin navê ‘têkoşîna li dijî darbeyê’ we feqîr, kedkar perîşan kirin; li dijî Kurdan, Elewiyan, çepgir, sosyalîst, mûxalîfan pêvajoyek tasfiyeyê dan destpêkirin. Ti operasyonên we yên li dijî cemaatê, ne li ser serekeyan bû. Hûn mamoste, memûr, polîsan ji wezîfeyê dikin, dixwazin derewa ‘em têkoşînê li dijî vê darbeyê dimeşînin’ bi gel bidin bawerkirin. Biborin, ev ne têkoşîna li dijî darbeyê ye. Ev amadekirina qilifê rejîma yek zilamî ye. Niha jî ji bo vê rejîma yek zilamî ji nû ve saz bikin we xistiye rojeva Meclîsê.”

Balûken ragihand ku wê li dijî dirêjkirina Rewşa Awarte dengê ‘Na’ bi kar bînin, diyar kir ku wê cihê xwe yê eniyê demokrasiyê biparêzin.