Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hate berdan.
Balûken ji aliyê Seroka TBMM Pervîn Bûldan û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder û Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Bûlûken ê ku piştî ji girtîgehê der ket daxuyanî da û wiha got: “Îro ne derketina min a ji girtîgehê, divê girtina Selahattîn Demîrtaş a li girtîgehê bibûya nûçe. Di vê navberê de niha di girtîgehên em dibînin de hevserok, parlemeter, hevşaredar û siyasetmdarê hilbijartî yên partiyên sîyasî tê ragirtin. Ji siyasetmedarên li navenda me zêdetir siyasetmedarên me li girtîgehêne, em dide nîşandan ku Tirkiye di warê demokrasiyê de di çi astê de ye.”
Balûken ê ku bal kişand ser rojnamevanên girtî, nivîskar, hunermend û girtiyên nexweş wiha anî ziman: “Eger ku ev şer dewam bike, bi berdanê bi vî rengî em keyfxweş nabin.”
Balûken ê ku diyar kir ku divê bi lezgîn hevserokên giştî, parlementer û hevşaredar bên berdan û wiha pê de çû: “Pêvajoya referandûmê ya ku niha em tê re derbas dibin ti meşrûbûn wê tine ye. Bi zelalî; heta ku Salahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlementer li girtîgehan de bin, ti meşrûtyeta gotûbêjbûna pêvajoya referandûmê nîne. Di wê hêviyê de me demildest dawî li vê şermê bînin.”
Balûken bi bîr xist ku 3 mehan di nava tecîrdê de hate hiştin û got: “Tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye. Rêbazekî ya êşkenceyê ye. Tevî ku divê li ser kesê nedin kirin, cuda li ser parlementeran dana kirin şermekî herî mezin e. Di wê hêviyê de me ku berdana me bibe wesîleya dawî anîna her cure êrîş û êşkenceyan.”
Herî dawî Balûken ev nirxandin kir: “Divê gelên Tirkiyeyê vê baş bizani be; Em ketin hundir jî me got aştî, demokrasî û azadî. Dema em li wir, li girtîgehê di nava tecrîdê de dîsa me got azadî, demokrasî û azadî. Îro jî dema em derketin heman peyamê didin. Aştî, demokrasî û azadî. Li vî welatî pêwîstiya me hemûyane.”