Balûken: Dorpêç wê bi berxwedanê bê şikandin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken li Meclîsê der barê terora dewletê ya li Nisêbînê axivî û got ku dorpêç dikare bi berxwedanê bişkê.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken li Meclîsê der barê terora dewletê ya li Nisêbînê axivî û got ku dorpêç dikare bi berxwedanê bişkê.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken li Meclîsê der barê terora dewletê ya li Nisêbînê axivî û got ku dorpêç dikare bi berxwedanê bişkê. Baluken diyar kir ku dewlet li pişt komkujiyên li Kurdistanê ye û got "Çeteyên ku li herêmê komkujiyan dikin xwedî feraseta DAIŞ in."
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, der barê qedexeya derketina derve û hewldanên komkujiyê yên li Nisêbînê, li Meclîsê daxuyanî da. Balûken bibîrxist ku Nisêbîn ev 7 roj in di bin dorpêç û êrîşên giran de ye û li kuçeyên navçeyê terora dewletê tê meşandin. Balûken got ku heya niha li navçeyê 3 kes hatine kuştin û nêzî 20 kes jî birîndar bûne lê heya niha der barê kuştinan de ti lêpirsînekê nehatiye destpêkirin.
'ZAROKAN DIXIN SARINCÊ'
Balûken bilêv kir ku li navçeyê xizmetên tenduristiyê yên bingehên jî nayê dayîn û got, "Doktor ji me re dibêjin, ji bo agirê zarokan bikeve wan dixin sarincê."
Balûken got ku wê li hemberî pêkanînên faşîzane wekî berê li ber xwe bidin û bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir ku bertek nîşanî van pêkanînan bide. Balûken bal kişand ser greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê jî û got ku heya qedexe û dorpêç rabe, wê çalakî berdewam bike.
JI GEL RE BANGAWAZIYA BERXWEDANÊ
Balûken diyar kir ku, yên van komkujiyan pêk tînin ji Enqereyê bi taybet têne şandin û got ku kesên li ser dîwaran nivîs dinivîsin û êrîşî gel dikin, rêbazên DAIŞ'ê bikar tînin. Balûken wiha berdewam kir: "AKP'ê, bi lihevkirina Ergenekonê re û bi çeteyên DAIŞ'ê re Gladyo ava kiriye." Balûken got ku, berxwedana Cizîr û Nisêbînê berxwedaneke meşru ye û bang li gel kir ku piştgiriya berxwedanê bike.