Balefirên rêjîmê ev 3 rojin taxên Helebê bombebaran dike

Balefirên rêjîmê ev 3 rojin taxên Helebê bombebaran dike

Balafirên şer ên Rêjîmê taxên taxa Hezmanî, Qazî Esker û Masakin Henano yên Helebê û Herêmên Kefer Hemra û Bayanûn ên girêdayî Helebê bombebaran kirin. Her wiha şer û pevçûnên li Helebê dewam dike. Di encama bombebara û pevçûnan de herî zêde sivîl jiyana xwe jidest didin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bi destxistin balafirên şer ên rêjîmê gelek herêmên Heleb bombebaran kir. Her wiha şer û pevçûn ku di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar dewam dikin. Hate hînbûn ku ji ber bombebaranê û şer û pevçûnan welatiyên sivîl jiyanan xwe jidest dane û birîndar bûne.

Hate gotin ku balafirên rêjîmê ev 3 roj in taxa Cezmatî ya Helebê bombebaran kir. Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de yek jê zarok 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di heman demê de hêzên rêjîmê çerxriya El-Hafûz ya li taxa Qazî Esker a Helebê topbaran kir. Hate ragîhandin ku li vir jî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Taxa El-Qantircî ya Helebê jî rastî bombebarana balafirên rêjîmê hate, hate gotin ku di ecnama bombebaranê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne, her wiha topek hawanê li nêzî stada Beledî ya Helebê ketiye û bûye sedema kuştina welatiyekî sivîl. Hate gotin ku hêzên rêjîmê taxa Mesakin El-Şebab a Helebê jî topbaran kir. Di encama topbarana li vêderê tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

Balafiran taxa Mesakin Henano ya Helebê jî bombebaran kir û di encamê de zarokek û zilamek ên ji heman malbatê jiyanan xwe ji dest dane, her wiha bombeyek li nêzî çerxriya Heyderiyê ket û bû sedema mirin û birîndarbûna hejmarek sivîlan.

ÇEKDARÊN OPOZISYONÊ JÎ BÛN SEDEAM MIRINA SIVÎLAN

Li aliyê din komên çete yên opezisyonê jî herêmên di bin kontrola rêjîmê de topbaran kirin. Hate gotin ku komên çekdar ên opezisyonê herêmên El-Fêz û El-Qesir topbaran kir. Hate gotin ku di encama topbaranê de jinekê jiyana xwe jidest daye. Her wiha çekdarên opozisyonê taxa El-Ekremiyê topbaran kir û di encamê de zilamekî jiyana xwe jidest dane. Her wiha hin sivîlên din ji ber topbaranê birînbdar bûne.

Li aliyê din di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê şer û pevçûn dewam dikin. Hate gotin ku şer li taxa Saxûr bi dijwarî qewimî. Agahiyên zelel derbarê şerê li vê derê ne hatin bidestxistin. Komên çekdar ku derdora nexweşxaneya Kendî derpêçkirine hîn dorpêçkirina xwe didomînin.

Li gundên Helebê jî komên çekdar ên opozisyonê ev çend roj in bajarên Nubil û Zehrai ku şêniyên wê şîane topbaran dikin. Derbarê encama topbaranê de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. Komên çekdar herêma Kefer Hemra jî bi doçka û kawanan topbaran kirin. Tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

Balafirên rêjîmê jî şevê din bajarokên Bayanûnî û Dairt Izê bombebaren kirin. Tu agahiyn zelal ne hatine bidestxistin. Her wiha li herêma Çêx Yûsif, El-Neqareyn û herêmên din ên girêdayî Helebê di navbera hêzên rêjîmê/alîgirên wê û çekdarên opozisyonê şer û pevçûn dewam dikin. Hate gotin ku di encama şeran de kuş