Balafirên şer ên rêjîmê îro taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir
Balafirên şer ên rêjîmê îro taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir
Balafirên şer ên rêjîmê îro taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir
Balafirên şer ên rêjîmê îro taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir. Hate gotin ku di encamê de 4 sivîlên ji heman malbatê birîndar bûne û derdora 10 malan hilweşiyane.
Balafirên şer ên rêjîma Baas Îro saet di 10.00'an de kolana El-Muxaberat a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de welatiyên bi navê Mihemed El-Rîhanî, Mihemed Ebdulrehman El-Rîhanî, zarokê di pêçekê de Beşîr Elrîhanî û kesekî navê wî nehat fêrbûn û ji heman malbatê ne birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di bombebaranê de derdora 10 xaniyan jî bi temamî hilweşiyan e.
Ev 3 roj in balafirên rêjîmê taxa Şêxmeqsûd bombebaran dikin. Di encama bombebarana rojên berê de 3 sivîlan jiyana xwe jidest dabûn û 9 kes jî birîndar bibûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Kilis ê Tirkiyê.