Balafirên rêjîmê li Helebê Kurdên sivîl bombebaran kirin
Balafirên rêjîmê li Helebê Kurdên sivîl bombebaran kirin
Balafirên rêjîmê li Helebê Kurdên sivîl bombebaran kirin
Hêzên rêjîmê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya wê Kurdin bombebaran kir. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û hin kes birîndar bûne.
Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê îro saet di 09.30'an de Kolana Muxaberat a taxa Şêxmeqsûd Xerbî ku piraniya wê Kurdin bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê ji cihê bûyerê di encama bombebaranê de welatiyekî jiyana xwe jidest da û hin welatiyên din birîndar bûne. Her wiha gelek malên welatiyan hilweşiyan.