Balafiran çiyayê Qereçoxê bombe kir

Balafirên şer ên nayê zanîn ê kêne aliyê rojhilatê çiyayê Qereçoxê bombe kir.

 Di saetên direng ên şevê de balafirên şer ên nayên zanîn girêdayî artêşa Iraqê yan jî koalîsyonê ne, Rojhilatê çiyayê Qereçoxê ya Mexmûrê bombe kirin. Di heman demê de balafir pir nizim li ser wargeha penaberan a mexmûrê re jî firiyan. Di encama lêxistina balafiran de agir bi eraziyê ketiye. Derbarê encamê wê bûyerê de heta niha agahiyekî berfireh nehatiye bi destxistin. Tevgera balafirên keşfê jî li ser herêmê didome. 

Hêjayî bi bîr xistinê ye di  demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê ya li herêmê zêde bûye.