Azîz Guler wê roja Yekşemê ji aliyê deh hezaran ve bê oxirkirin
Cenazeyê Fermandarê BOG’ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest roja Yekşemê bi tevlîbûna deh hezaran li şehîdgeha Goristana Gazî wê bispêrin axê.
Cenazeyê Fermandarê BOG’ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest roja Yekşemê bi tevlîbûna deh hezaran li şehîdgeha Goristana Gazî wê bispêrin axê.
Cenazeyê yek ji fermandarên BOG’ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da piştî 59 rojan anîn Stenbolê. Ji bo Azîz Guler li malacem a Gazî civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Hat ragihandin ku wê Azîz Guler roja Yekşemê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve bê oxirkirin.
Nûnerên Partiya Şoreşger, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî civîna çapemeniyê ya li Malacem a Gazî bûn.
Piştî axaftinan hat diyarkirin ku têkildarî merasîma cenaze wê roja Yekşemê saet 13.00’an li ber Lîseya Şahîr Abay kom bibin û ber bi malacem ve bimeşin. Cenazeyê Guler ku wê vir were hilgirtin, li “şehîdgeha” Goristana Gazî ber bi bêdawîbûnê ve bê oxirkirin. Hat diyarkirin ku wê ji bo endamê Partiya Şoreşger merasîmeke bi heybet bê lidarxistin.
Civîn piştî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe parve kirin bi dawî bû.