Cenazeyê dayika Aîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk, piştî merasîma li Mala Cemê ya li Ergazî Pîr Sûltan a Batikent a Enqerê û şûnde, ji bo definkirinê birin goristana li taxa Încek. Aysel Tûglûk, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Parlementerê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, Berdevka Jinan Besîme Konca, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Ahmet Tûrk û gelek parlemeterên HDP’yi beşdarî merasîmê bûn.
Piştî merasîmê, endamên Platforma Jinan a Enqerê, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên Rêxistinên HDP’ê yên bajarê Enqerê, Saziyên Elewî û endamên saziyan jî amade bûn.
Aysel Tûglûk a ji bo beşdarî merasîma wefada dayika xwe Hatûn Tûglûk bibe du rojan destûr ji rêveberiya Girtîgeha Kandirayê girt, ji aliyê girseya li pêşiya girtîgehê ve hate pêşwazîkirin. Tûglûk û welatiyên li gel beşdarî marasîmê bûn. piştî dûayên hatin kirin û şûnde, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîlk Kamalbay û Ahmet Tûrk axivîn.
‘ÊŞEK PIR GIRAN EM DIJÎN’
Kemalbay diyarkir ku êşek pir giran dijîn, Ahmet Turk jî got dayikên Kurd zarokên xwe, zarok jî dayikên xwe ne dîtin û ji vê dinyayê çûne. Turk bi berdewamî wiha got: “Gelê Kurd di bin zilmekê de ye. Pêwîste hemû gelê Kurd van bûyerên ku tên jiyîn bibîne.”
DARBESTA WÊ JINAN RAKIR
Piştî merasîma li Malacem, darbesta Hatûn Tûglûk ji aliyê jinen li herêmê ve hate girtin. Piştre Aysel Tûglûk û kesên beşdarî merasîmê bibûn, derbasî Goristana Încek a ku cenaze lê were veşartin bûn. Çûyîna Aysel Tûglûk a bi wesayîta ring dîmenên herî balkêş bû.
HEWLDANA ÊRÎŞÊ
Di dema veşartina cenaze de komeke faşîst dirûşm qîr kirin û hewldan ku êrîşî kesên tevlî merasîmê bûn, bike.
Koma êrîşkar, êrîşî kevirên li goristanê kir. Li vê derê mûdaxalenekirina polîsan a ji bo koma êrîşkar bal kişand.