Aydogan, rapora DAIŞ’ê ji Davutolgu pirsî
Aydogan, rapora DAIŞ’ê ji Davutolgu pirsî
Aydogan, rapora DAIŞ’ê ji Davutolgu pirsî
Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, derbarê nûçeya rojnameya Elman Bild, ku gotibû ku MÎT’ê derbarê DAIŞ’ê de raporek amade kiriye, de pêşniyarpirsek pêşkêşê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu kir.
Pirsên di pêşniyarpirsa Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ya derbarê nûçeya rojnameya Elman Bild de wiha ne:
-Gelo weke ku rojnameya Elman Bild, îdîa kiriye, rêxistina MÎT’ê ya girêdayî Serokwezaretê, derbarê DAIŞ’ê de raporek amade kiriye an na? Ger MÎT’ê derbarê DAIŞ’ê de rapor amade kiribe, ev rapor kengî hatiye amadekirin?
-Li gorî vê raporê, DAIŞ di navbera Dîlok-Kilîsê de hin cihên girîng kontrol dike. Gelo ev yek rast e?
-Di rapora ji aliyê MÎT’ê ve hatiye amdekirin de, tê gotin ku depoyên çekan ên DAIŞ’ê li Enqere, Semsûr, Eskîşehîr, Îzmîr, Konya, Riha û Hatayê hene. Gelo ev ye rast e? Serokwezareta me derbarê van îdîayan de tu hewldanek kiriye? Ger heta niha tu hewldanek nekiribe sedema wê çi ye?
-Ev rapora MÎT’ê ketiye destê çapemeniya Elman. Beriya niha hatibû îdîakirin ku rêxistina îstîxbaratî ya Elman ji sala 2009 ve guhdarî siyasetmedarên Tirk dike. Gelo eleqeya van her du bûyeran bi hev re heye? Ger hebe, hûn dê derbarê vê rapora MÎT’ê de tu daxuyaniyekê bidin raya giştî?