Aydemîr jî dawî li çalakiya xwe anî

Erol Aydemîr ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anî.

Aydemîr ku li dijî tecrîdkirina Ocalan li paytexta Îtalya Romayê di greva birçîbûnê de bû, piştî daxuyaniya parêzerên Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku gelek xebatkarên çapemeniya Îtalyayê lê amade bûn Aydemîr got, "Di serî de Leyla Guven, zindaniyan, Nasir Yagiz û hevrêyên li Ewropayê di greva birçîbûnê de bûn, bi berxwedana xwe rojeke wiha afirandin. Pêvajo serketina hevrêyên leheng ên şehîd bûne."

Aydemîr anî ziman, têkoşîna wî wê ji niha û pê ve bi rêbazên cuda bidome.