Avahiya DBP’a Pirsûsê di bin ablukaya polîsan de ye
Avahiya DBP’a Pirsûsê di bin ablukaya polîsan de ye
Avahiya DBP’a Pirsûsê di bin ablukaya polîsan de ye
Li Pirsûsa ku ji saetên sibê de ye di bin dorpêça polîsan de ye, destûr nedan ku Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek biçe avahiya partiya navçeyê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek ku xwestiye bikeve kolana ku avahiya partiyê lê ye, ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin.
Taxa ku avahiya DBP’ê lê bû, bi panzer û TOMA’yan hatiye dorpêçkirin û hat hînbûn ku polîs ber bi Yuksek ve çûne û li ser vê nîqaş derketiye.
Li ser bûyerê li Kolana Cumhuriyetê ku polîsan destûr nedan çûna Yuksel, di nav de Parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Bînîcî jî ku hebû girseyeke qerebalix civiyaye.
Hate hînbûn ku nîqaşa Yuksel û Bînîcî ya polîsan re didome û gel bi dirûşmayan bûyerê protesto dikin.
Alozî didome...