Asya Abdullah: Çareserî divê bi dînamîkên hundirîn pêk were

Asya Abdullah: Çareserî divê bi dînamîkên hundirîn pêk were

Krîza Sûriyeyê ya roj bi roj kurtir dibe, li ser îdiayên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya Rejîma Basas de mudaxaleya leşkerî jinûve hat rojevê. Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku divê projeyên çareseriyê di hundir de pêk werin. Endamê Koordînasyoan TEV-DEM’ê Aldar  Xelîl jî da zanîn ku welat her diçe berbi kavilê ve diçe.

Piştî îdiayên bikaranîna çekêm kîmyewî ya li Sûriyeyê ya di 21’ê Tebaxê de hatiye bikanîn, mudaxaleya leşkerî dîsa hat rojevê. Ji navîna meha Tîrmehê heta niha, Rojavayê Kurdistanê di bin ambargo û  êrîşan de ye.  Bi taybet şîroveyên ku Tirkiye dixwaze li hemû herêmên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rêbazên xwe yên mudaxaleya leşkerî bi hêz bikin, tên kirin. Rêveberên Rojavayê Kurdistanê geşedanên hundir û derve ji nêzve dişopînin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku şîdeta li Sûriyeyê fikaran zêde dike û got dînamîkên hundir yên Sûriyeyê ji bo pêşî li vê pêşveçûnê bigire û dawî li krîzê bîne, hêzek dernexistine holê. Rayedarên Rojavayê Kurdistanê der barê ku mudaxaleyeke leşkerî pêk were dê çawa bandorê li ser kurdan bike de nirxandinan dikin û  diyar dikin ku êrîş ji ku dibe bila bibe dê mafên xwe yên parastina rewa bikarbînin.

ÇETEYAN DARBEYÊN MEZIN GIRT

 Hevseroka PYD’ê Abdullah got hedef û hêviya komên çete ev ku hemû herêmê desteser bikin, lê YPG û gelê kurd bi berxwedana xwe ev vala derxistine û çeteyan di warê siyasî, dîplomatîk û leşkerî de darbeyên mezin girtine.

Asya Abdullah da zanîn ku hewldanên dagirkirina şoreşa Rojava didomin û got ambargo ne tenê meseleya xwarin û nan, ji bo têkbirina berxwedanê pêk tê. Abdullah wiha pê de çû: “Polîtîkya ku Başûrê Kurdistanê dimeşîne ya li ser deriyê sînor, polîtîkaya valakirina Rojava ye. Derî ne ji bo alîkarî û bazirganiyê, bo koçberiyê hat vekirin. Destpêkê birçî dihêlin, piştre derî vedikin, wateya vê jî diyare. Hewl didin krîzeke penaberiyê biafirînin.  Ev polîtîka ji berjewendiyên netewî re xizmetê nake. Em dixwazin daxuyaniya ku Başûrê Kurdistanê bo rawestandina penabertiyê daye bila pratîk bikin. Ger samîmî bin bila bo alîkarî û bazirganiyê vekin. Hine zehmetiyên me hene, lê şert û mercên me ku penaberî li me ferz bikeye.

 Em ji bo gel agahdar bikin xebatan dimeşînin. Em dibêjin bila gelê me axa xwe terk neke û neçe. Divê em li dijî zor û zehmetiyan têbikoşin.”

Der barê mijarê de endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got ji bo pêşî li koçberiyê bigirin û pirsgirêkan di cih de çareser bikin civîn pêk anîne û tedbîr zêde kirine.

TIRKIYEYÊ PIŞTIRYA BO ÇETEYAN NEBIRIYE

Asya Abdullah da zanîn ku Tirkiyeyê sozên ku der barê dê piştgiriyê nedin çeteyan neaniye cih û got Tirkiye ji bo Rojava bê îstîkrar bêle pevçûnan didomîne û got: “Bila hevdîtin bidomin. Em dixwazin hevdîtin pir alî bidome. Em dixwazin helwesta li dijî Rojava biguhere.”

Aldar Xelîl jî got Tirkiyeyê sînorên xwe kiriye mewziya rêxistinên îslamî yên radîkal û got ev tê wateya ku ‘bi agir dilîzin’.

EM NIKARIN BÊJIN WÊ DESTWERDANEK NEBE

Asya Abdûllah da xuyakirin ku ew alîgirê çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkan e û destnîşan kir ku ew dixwazin hem ji aliyê Kurd ve hem jî ji aliyê mûxalefeta Sûriyê ve, projeyên çareseriyê ji hundur ve were afirandin. Abdullah wiha peyivî:

"Lê îxtîlafa Sûriyê di reşweke giran de ye. Welatên Rojavayî hînê ji bo çareseriya krîza însanî ne xwedî polîtîkayeke zelal e. Berjewendiyên xwe esas digirin. Hesabên stratejîk ên demdirêj dikin. Li benda encamek ji pevçûnên li Sûriyê bûn. Lê asta dijwariya li Sûriyê gihaştiye, hewldanên komkujiyan rê li ber fikar û gumanên mezin vedikin. Di nava dînamîkên hundurîn ên Sûriyê de, hêzeke ku karibe pêşî li vê krîza însanî bigire derneket holê.

Ji ber vê yekê em nikarin bêjin ku destwerdan wê nebe. Lê belê rê û rêbazên destwerdanê ne diyar e. Lê di rewşa çareserî û xetimandinê de kêmasî hene. Ji ber ku projeyeke çareseriyê biafirîne û tifaqek ji bo pêşeroja Sûriyê derneketiye holê, destwerdan dikare pêk were."

Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl jî da xuyakirin ku gotûbêjên li ser destwerdanê hevgirtî nînin û anî ziman, ji ber ku hêzên Rojavayî carna gefê li rejîmê dixun û carna jî rejîmê diparêzin, di vê mijarê de zehmete tiştekî zelal bê gotin. Xelîl axaftina xwe weha dewam kir: "Ji destêkê ve me ragihandin ku eger guhertinekê were kirin divê ev bi vîna gel û dînamîkên navxweyî pêk were. Eger destwerdan bibe, wê berjewendiyên hêzên dest lê werdin, werin bicihkirin. Lê welat, her diçe vediguhere xirbeyekî."

DESTWERDANA LI HERÊMÊN KURDAN EMÊ WEKE ÎLHEQ (DAGIRKERIYÊ) BIBÎNIN

Aldar Xelîl diyar kir ku ewê li dijî destwerdanek li hemberî herêmên Kurdan xwe biparêzin û destnîşan kir ku pêwistiya herêma Kurdistanê bi destwerdanê nîne, ji ber ku parastina xwe bi rêveberî û rêxistinên xwe dike û got, "Ji ber vê yekê, eger destwerdanek wê bibe, hingî ev yek ne li herêma me divê li dijî herêmên di bin destê rejîmê de bê kirin. Destwerdanek li herêmên me emê weke îlheq (dagirkeriyê) bibînin û yekser mafê xwe yê parastinê bikar bînin."

Der heqê bandora destwerdaneke leşkerî ya derve de Asya Abdûllah ev bersiv da: "Ji xwe çekeke giran heye. Rojava di bin êrîşeke bênavber de ye. Ji xwe Tirkiye û Erebîstana Siûdî yekser piştgiriyê didin komên êrîşî Kurdand ikin. Hêzên din jî li hemberî êrîşan bêdengiya xwe diparêzin.

Lê em helwest û hevsengiyên nû yên bi destwerdanê re derketin holê, ji nedîtî ve nayên. Welatên herêmê, hêzên mûxalîf, dibe ku der heqê Sûriyê de xwedî hesabên cûda bin. Ji ber vê yekê em ji welatên dixwazin dest lê werdin û welatên herêmê re vê dibêjin; Îro herêmên Kurdan aram in, xwedî wê hêzê ye ku xwe biparêze. Li herêmên xwe, xwe diparêzin û rêve dibin. Ji ber vê yekê emê destwerdanek li herêmên Kurdan îlheq bibînin û emê xwe biparêzin."

EM XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERKEVIN

Asya Abdullah da xuyakirin ku deskevtiyên li Rojava deskevtiyên tevahiya Kurdan e û destnîşan kir ku ew ji alîkariya gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hêzê digirin û axaftina xwe weha bi dawî kir: "Hem gelê me yê li Kurdistanê hem jî yê li derveyî welat xwedî helwesteke girîng in. Em dixwazin ev piştgirî dewam bike."