Artêşa Tirk El Raî ji çeteyan dewir girt

Li Rojava bajarokê El Raî yê ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, piştî nîrvroyê ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê ve hate dewrigirtin.

Perdeya dûyemîn a dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve El Raî der kete ser dikê. Di saetên piştî nîvro li gorî saeta herêmî saet 13:30’an bi nîşandan tevegera ber bi çav li gel 12 tank û gelek wesayîtên zirxî berşdar bûn. Hêza bejahî ya artêşa Tirk a ku ji navçeya Çobanbey a girêdayî Kilîsê kete tevgerê, sînor derbas kir. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku heta niha bê ku şer rû bide milîtanên rêxistinê yên girêdayî El Kaîde ji herêmê der ketine.