Artêşa Iraqê li Telaferê bi pêş ve diçe

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî di operasyona rizgarkirina Telafaerê de bi pêş ve diçin.

Operasyona artêşa Iraqê û hêza milîs  a Şîa Heşdî Şebî ku 20’ê Tebaxê ji bo ku navçeya Telafarê ya Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin dabûne destpêkirin didome.

Hate diyarkirin ku hêzên ku ketine rojava û başûrê navenda navçeyê taxên Nîda û Talya bi dest xistine. Artêşa Iraqê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku 70 ji 100’î ya bajêr hatiye standin.

Telafer ku ji 16’ê Hezîrana 2014’an ve di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye, 63 kîlometre li rojavayê Mûsilê ye. Li bajarokê bi piranî Tirkmenên Şiî û Sinî dijîn, piştî ku DAIŞ’ê bajarok dagir kiribû piraniya Şiîyan neçar mabû ku derkevin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî 20’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê starta operayona Telaferê dabû. Tê gotin di nav operasyonê de artêşa Iraqê, hêzên dij-terorê, polîsên federal, Heşdî Şebî, bi giştî 40 hezar hêza çekdar heye.