Artêşa Iraqê leşker û alavên leşkerî li dora Mûsilê dicivîne

Artêşa Iraqê leşker û alavên leşkerî li dora Mûsilê dicivîne. Tabûra 15. a artêşa Iraqê jî gihîşt dora Mûsilê.

Amadekariyên operasyona Mûsilê dewam dikin. Nîqaş û nakokiyên li ser hêzên tevlî operasyonê bibin, hê jî didomin. Lê li aliyê din hêzên artêşa Iraqê leşker û alavên leşkerî li dora Mûsilê dicivîne.

Berpirsyarê Çapemeniyê yê Buroya YNK'ê ya Mûsilê Xeyas Surçî ji Rojnewsê re axivî û got, "Hêzên ser bi tabûra 15. a artêşa Iraqê gihîştin dora Mûsilê. Hêzeke xurt ber bi Mûsilê ve hat şandin û wê hê jî bê şandin. Ev hêz li nêzî bendava Mûsilê û li başûrê bajêr hatine bicihkirin."

Surçî got, "Di nava van hêzan de ku li dora Mûsilê hatine bicihkirin, hêzên milîs ên Heşd El Şebî nînin. Hemû hêzên hatine û yên bên ji artêşa Iraqê pêk tên. Li ser hatine hêzên Heşd El Şebî heta niha ti agahî nîne."