Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Anlî hate berdan

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anlî hate berdan.

Rûniştina doza di derbarê 51 kesan ku 4 jê girtî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Frat Anli jî nav de ku ji erkê hatibû dûrxistin û 30’ê Cotmeha 2016’an hatibû girtin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Di rûniştina doza ji ber Goristana Şêx Seîd a li navçeya Pîranê hatî avakirin, hatibû vekirin, Anli yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê girtî bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bû û her 3 bersûcên din jî li salonê amade bûn.

Heyeta dadgehê ya ku piştî parastina parêzerên bersûcan hate kirin û şûnde biryara xwe eşkere kir, ji ber sûcê li ser Firat Anli û Abdullah Bal hatin kirin, di rêjeyek zêde de delîl hatine komkirin û demê girtina bersûcan ê hatî girtin li ber çav hate girtin û bi ‘şertê kontrola edlî’ biryara berdanê da.

Heyeta dadgehê biryara domandina girtina Selahattîn Dîlek û Mehemt Saltabaş da, ji bo bersûcên li girtîgehên din tên ragitin û bi rêya SEGBÎS’ê  beşdarî dozê dibin, têkildarî girtîgehan daxwazname nivîsîn. Doz taloqî 27’ê Îlonê hate kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komara Amedê ve sala 2014’an ku birêve dibir, 30’ê Cotmeha 2016’an hate girtin.