Anîta ya Swêdî ev 43 sal in ji bo penaberan têdikoşe

Anîta Dorazîo a 83 salî li Swêdê ji hêla penaberan û parezvanên mafê mirovan ve pir tê naskirin. 43 sal in ji bo mafê penaberan têdikoşe.

Salên 1970'yî ji Tirkiyê bi hezaran Asûr -Sûryan, piştî darbeya faşîst a Şiliyê bi hezaran kesên ji Şîliyê berê we dana Swêd û serlêdana îltîcayê kirin.

Wan deman Dorazîo li dibistaneke navîn mamostetiya Swêdî ji bo penaberan dikir. Got ji hemû deverên cîhanê penaber dihatin Swêdê, ji Tirkiyê jî salên 1970'î Asûr û Sûryan dihatin.

Diyar kir dema serokwezîrtiya Olof Palme Swêd derbarê penaberan xwedî polîtîkayeke mirovî bûye, bersiveke erenî dida daxwazên iltîcayê yên ji Emerîkaya Latîn, Tirkiyê û welatên din dihatin.

Li gorî Dorazîo polîtîkaya li ser penaberan a Swêd û Yekîtiya Ewropayê bi salên 1980'îre hişk bûye, Swêde û Ewropa sînorên xwe ji penaberan re girtine.

MAFÊ ÎLTÎCAYÊ PIRANÎ TÊ BINPÊKIRIN

Dorazîo got van 30 salên dawî polîtîkaya li ser penaberan a Swêdê pir guherîye û mafê îltîcayê piranî hatiye sînordarkirin. Dorazîo diyar kir Swêd Peyma Cinêvê ya Neteweyên Yekbûyî ku mafê îltîcayê mîsoger dike û Peymana Mafê Zarokan, Peymana li Dijî Êşkenceyê binpê dike.

BÛ 'SWÊDIYA SALÊ'

Dorazîo 1995'an ji bo penaberên ku daxwaza wan nehatî qebûlkirin li gel 2 doktoran li Swêdê navenda tendiristiyê vekir û piştre li bajarên din ên welêt parêzvvanên mafan klînîkên wiha vekirin.

Ji ber têkoşîna ji bo penaberan 2008'an Dorazîo ''bû Swêdiya salê''.

Bi têkoşîna Dorîzîo û rêxistinên penaberan Hikûmeta Swêd 2013'an mafê tedawîbûnê ya bêkaxezan bû yasayî.

KOMA PÊŞÎ YA HATÎ SWÊDÊ ASÛR-SÛRYAN IN

Dorazîo got koma pêşî ya penaberan ku bi hev re hatin Swêdê Asûr-Sûryan bûne. Dorazîo got, ''Swêd mafê hinan ji wan qebû kir. Ên ku mafê wan ê îltîcayê nehate qebûlkiin jî me li dêran bicihkirin.''

Dorazîo got polîtîkaya li ser penaberan a salên 1970'yî îro bi temamî guheriye û domand, ''Ez êdî welatê xwe nas nakim. Bi van yasayên dawî re Swêd êdî ne welatekî mirovî ye. Miemeleya ku li penaberan dikin hetîketî ye.''

Li gorî Dorazîo berpirsê vê polîtîkaya derî mirov a li ser penaberan li gel partiyên rastgir her wiha Partiya Karkeran a Demokratên Sosyal e jî.

NEHEQIYEKE MEZIN LI ÊZÎDIYAN DIBE

Dorazîo got Êzîdiyên ku ji Sûriyê tên neheqî li wan dibe, daxwaza wan a îltîcayê qebûl nabe û domand, ''Êzîdiyên ku ji Iraqê tên, têne qebûlkirin. Lê daxwaza îltîcayê ya Êzîdiyên ku ji Sûriyê tên nayê qebûlkirin. Nasnameya van tine. Bi xwendin û nivîsê nizanin. Di ser Tirkiyê re hatine Ewropa û Swêdê. Nikarin nasnameya xwe ispat bikin. Ji bo mafê wan ên îltîcayê were naskirin, ji bo 10 malbatên ku bi vê rewşê ne em dixebitin. Piraniya zarokên van ên biçûk apatîk in. Bi dinyaya derve re têkiliya wan bi temamî hatiye qutkirin. Ji van malbatan bi kêmanî zarokeke wan bi vê rewşê ye. Zark travmayeke mezin dijîn. Bûne şahidê komkujî û tecawizan. Û ji bo ku me nikarîbû ispat bikin ku ji Sûriyê hatine daxwaza wan a îltîcayê hate redkirin. Niha divê ev xwe veşêrin. Bi alîkariya me debara xwe dikin.''

Dorazî got Bûroya Koçberan dibêje ev malbat ji Ermenîstanê hatine û dixwazin wan bişînin Ermenîstanê û domand, ''Ev mirovên ku dewleta wan tine bi Ermenkî nizanin. Wê li wir çi bikin? Wê çawa derdê xwe bibêjin?'' û helwest li dijî Bûroya Koçberan nîşan da.

PEYMANA PENABERAN A DI NAVBEYNA TIRKIYÊ Û YE'YÊ DE DIVÊ WERE BETALKIRIN

Dorazîo got peymana penaberan a di navbeyna Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de mafê îltîcayê yê mirovan ji holê rakiriye û li dijî peymanên navnetewî ye ku mafê îltîcayê mîsoger dike û xwest ku ev peyman were betalkirin.