Di ser qetilkirina 3 jinên Kurd de du hefte derbas bû. di vê pêvajoyê de Kurd û dostên Kurdan di merasîma cenazeyan û çalakiyan de lanet barandin. Lê rayedarên AKP û çapemeniya Tirk ku hêj Fransayên lêpirsîn nedabûn destpêkirin îdia kirin ku ‘înfaza navxweyiye’ û bûyer veşartin.
Rayedarên Fransayê jî demek dirêj daxuyaniyek fermî nedan. Lê piştî Omer Gune cara duyemîn hat binçavkirin Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Mollîns daxuyanî da. Mollîns got; “Bi avabûneke terorîst re cînayet kiriye û ji bo cînayetê bike bi rêxistine terorê re têkilî daniye” û Guney heman rojê hat girtin.
Dozger Mollîns gor kesê din yê bi Guney re hatiye binçavkirin der barî wî de tu hêmayê sûc nîne û hat berdan.
ANF piştî hevalê Omer Guney Y. A hat berdan xwe gihandinê. Ligorî agahiyên Y.A daye, Omer Guney di mijdara 2011’an de bûye endamê Komeleya Vîllîers-le-Bel û tercumaniya Kurdan dikin û herî zêde jî bi kesan re diket têkiliyê û bi vî awayî îmajeke bêdeng- durust dida xuyakirin. Lê hevalê wî yê pê re li malê dimîne jî diyar dike bi hev re dimînin lê ew wî pir nas nake û kesekî ‘tarî’ bû.
Li gorî vegotinan Omer Guney her tim tornavîda, kêr, sprey (tiryak) li ser xwe digerand. Carekî bi çekê tê malê. Lê hevalên wî yên malê xwîdanê didin û Guney îdia dike ku ev çeka bi guleyên plastîke . Beriya bûyerê mehek berê Guney tê li gel Y.A bi cih dibe. Tiştek bala mirovan dikişîne. Bi giştî 45 takim cil û bergên Guney hene. Lê dihat îdia kirin ku Guney ji ber nerehetiya xwe naxebite û kesekî nexebite evqas cil bala mirovan dikişîne. Her wiha 4-5 telefonên aydê wî tên dîtin.
Ne derdora Guney û ne jî kesê pê re li malê dimîne der barê Guney de ji bilî çend gotinan tu tiştekî nizanin.
Hun ji kengî de Omer Guney nas dikin?? Min li komeleya Villiers-le-Bel nas kir. dem amin nas kir tenê navê wî min dizanî. Paşnav min nizanî. Min digot qey xebatkarê komeleyê ye. Yanî min wisa fêm kir. Ev salek bû me hev nas dikir. Me tenê silav dida hev. Ewil em ne samîmî bûn. Piştre em samîmî bûn.
çawa dihat nasîn, an jî xwe çawa dida nîşandan?Ez li ser navê xwe bêjim. Kesekî bê deng û rast bû. Her tim bi hevalên komeleyê re di nava têkiliyê de bû û ez pê bawer bûm. Ya duyemîn her tim ji xwe re hedef dadianî. Di vê hawira me de her tim dixwest bê astekê.
Belê we çawa xanî bi hev re girt, teklîf ji we hat an jî ji wî?Dema destpêkê ji min re got ez bêm mala te, ev vekirî bêjim em pir ne samîmî bûn. Ez behsa hatin û çûyînê dikim, ne bicih bûnê. Hat malê û çû. Piştre got ger tu jî bê erê ezê bêm cem te. Min jî ew wek kesekî rast dît û min qebûl kir.
Ji kengî de ye hun heman malê parve dikin?Ev mehek û nîv bû li mala min bû.
Ev mehek û nîva dawî?Belê.
Hun çend kes li malê diman?3 kes.
Hun dikarin hinek behsa rewşa wî ya malê bikin. diyaloga we ya ku piştî hat malê. Di derbarê komeleyê de an jî pirsên taybet dikir?Me ferq kir ku dixwaze hin tiştan hîn bike. Sempatiya wî ya bo gerîlatiyê wekê ku hebû nîşan dida. Xwe bi giştî dixwest bide ser tevgerê. Lê ger ku min şaş fêm nekiribe.
Di mijara 2011’an de hatiye komeyê. Qet behsa berê dikir? Beriya vê vir bi kurdan re ketiye têkiliyê? Li Fransayê mezin bûye. Çawa dibe ku di carekê de di 2011’an de dibe endam?Ji min re wiha digot; Got ez li vir mezin bûme. Demekê derbasî Almanyayê bûye. Li wir zewiciye û jiber ku lihev nekirin hevdu berdane.
Qet behsa zarokê xwe kir, di çapemeniyê de hat goti keçek wî heye Na, ez ji we dibihizim. Ez behsa nêzîkatiya wî bikim. Berê di fabrîkayeke plastîk de dixebitî û ji ber xewê gelek gazinc dikir. Wê demê digot welatparêzên kurd gelek alîkariya wî dikin. Wê demê din ava tirkan de bû. Carekê ji min re got; rojekê diçe mizgeftê, li wir tirk wî tehdît dikin û gotine neçe cem kurdan. Jê re gotine tu tirkî.
Çima di carekî de wî tehdît dikin Bi qasî ez dizanim xwe nêzî kurdan dîtiye û tirk jî ji vê nerehet bûne. Piştre tevlî nava gelê Kurd dibe. Li gorî gotinên wî li Almanyayêjî gelek hatiye hezkirin.
Yanî dema li Munîhê bûye bi kudan are têkilî daniye?Yanî nizanim li Munîbû, lê li Almanyayê. Ne got li Almanyayê li ku dimîne lê xwe nêzî kurdan dîtiye. Ji min re digot gelê Kurd xwîngermin.
Wê demê xwe wekê kurd bi me neda nasîn Na. Digot bavê wî kurde, lê ji kurdbûnê hez nake. Bi taybet dema ji Almanyayê vedigere li Fransayê elqeyê dibîne. diçe Komeleya me Villiers-le-Bel. Ji min re got hevalên wir pir baş nêzî wî bûne.
Qet behsa malbata xwe nedikir? Qet bi malbatê re diaxivî an jî wek kesek ji malbatê nas dikir?Digot dayîka min tirke û naxwaze ez bêm komeleyê. ji bavê xwe gazinc dikir. Digot li dij kurdane.digot ew bi xwişka xwe re carna tên cem hev.
Mehek û nîv berê tê mala te, berê li ku dima?Li gorî gotinên wî berê li gel xwişka xwe maye. Lê sedema ji wir veqetîna wî nizanim. Lê biqasî ez dizanim zavayê wî ji hatin û çûna komelê nerehet bûye.
Lê rewşa wî ya aborî, tê gotin li balafirgehê dixebiteJi min re behs kir lê got ji ber nerehetiya xwe veqetiyaye.
Piştî bûyerê te bi Omer re guherînek dît, di helwestên wî de, tiştekî asayî?Digot ez dixwazim xwe bidin ser tiştekî, digot ez dê malbata xwe jî bi rêxistin bikim. Min tiştekî bi guman nedît. Ji min re digot ez ji te zêdetir kurdim. Gelek telefon dihatin lê min nedipirsî.
Roja buyerê û piştî bûyerê çawa bû?Min destpêkê tiştekî bi guman nedît. Gelek normal bû.
Roja bûyerê saet di 03.05’an hevalek li min geriya. Agahî da min. ez jî ji ber şoka vê rabûm min cilên xwe li xwe kir. Min her du jî rakirin. Min got heval wisa dibêjin. Min got ez bawer nakim. Ez çûm xwarê min yek du cigare kişand. Piştre hatin û em çûn cihê bûyerê.
Ji min got ; “Ez bawer nakim, ez bawer nakim ewin, tiştek wisa ne mumkune. Min ew baş dîtin, dema ez veqetiyam baş bûn, ez bawer nakim.”
Roja bûyerê dema hat mal qet behsa ku Sakîne Cansiz daniye wir kir? Na. Min wekê ku ew wergerê dike dizanî. Carna min jî digot ev karekî xweşike dike xwezî ez jî bibûma alîkar.
Hûn heman rojê hatin binçavkirin Em çûn komelê. Demekê em li wir man. piştre hat cem min. Ji min re got tu dikarî heta midûriyetê bê cem min. Dema em diçûn min ji xwe pirsî, gelo em çima diçin. Ji min re got min tercumanî kiriye ji ber wê em diçin. Min jî got ez têm. Dema em çûn polîsan êlekê çelîk lê kirin û gotin tu dikarî biçî.
Gumana min çêbû lê wisa. Min got her hal tercumaniya Sakîne Cansiz kiriye ji ber tespîtkirina dîmenan dibe.
Piştre bi ser malê de girtin, çi dîtin?Di serdegirtina malê de gelek telefon derketin. Hemû jî di nav amûrên wî de bûn.
Çend kes bûn Baş nayê hişê min lê 4-5 heb bûn. Her wiha tiştekî din 45 takim cil hebûn. dem amin dipirsî digot xizmên min dikirin. Digot ez yek zarokê malbatê min j imin re dikirin. Lê min dizanî ku her tim bi xwe re tornavîda, kêr, mifte, sprey digerand. Dema min dipirsî digot ez her tim amadekariya xwe dikim.
Gelo qet çek bikaranîbû?Min qet nedît. Lê ligorî vegotinên wî mereqa wî hebû. Carekê yek nîşanê me da lê got ‘çeka bi guleyên plastîke’. Ez hêrs bûm. Min got tu çima tiştên wisa tînê malê. Her tim ji me dipirsî, digot kîjan başe, dê çawa hedefê bigire. Digot min ji TC’ê re leşkerî kir lê ez fêm nakim.
Hevalên we yê din jî girtin binçavan?Na. tenê ez girtim. Ez bi rastî vê dibêjim. Gelek spekulasyon hene. Ez nabêjim ji sedî sed, ji sedî mîlyonek dibêjim ku tiliya TC di vir de heye.
Hûn niha çi difikirin de barê Omer Guney de Ez hê jî naxwazim bawer bikim. Ez xwe efû nakim. ez hatim xapandin. Telefona xwe her tim j imin vedişart. Qet ji destê xwe nedixist. Wan rojan min telefona xwe wenda kir. min got ka em muzîkê guhdarî bikin, lê neda min. got tu xwedî li telefona xwe derketa. Min her tiştê xwe, mala xwe jê re vekir. Lê wî..
We got li Almanyayê diçû mizgeftê, li vir jî diçû?Min qet nedît nimêj dike. J imin re digot em biçin mizgeftê. Min got ez kesekî komînîstim.
Asta hîndekariya wî çi bû Digot min li vir xwendiye. J imin re digot min li Ewropayê xwendiye, te li Tirkiyeyê xwendiye, tu qasî min nabî. Lê kesekî ne îdeolojîk bû.
Di derbarê siyaseta tirk de çawa bu? Mesela me Erdogan temaşe dikir, tehamula min tunebû. Bi min dikeniya. Lê ew wisa ne îdeolojîk bû.
Te dizanîbû k udi 2012’an de dihat Tirkiyeyê, qet behs kir?Na.
Di van demê dawî de qet wenda dibû?Carna dibû. Carna nedihat malê. Digot ez dê biçim Normandiya an jî mala xwişka xwe.