Amûrên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatin desteserkirin

Hemû amûrên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku bi biryarnameya hikûmeta AKP'ê hatiye girtin, hatin desteserkirin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 1992'an de hat damezrandin. Saziya yekem e ku zimanê Kurdî, Çanda Kurdî, Wêjeya Kurdî lêkolîn dike. Deriyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryarnameya di hukmê qanûnî de hat girtin. Dewleta Tirk qîma xwe bi girtina saziyê jî neanî û vê carê dest danî ser hemû alavên wê.

Rayedarên saziya dewletê ya bi navê TMSF çûn hundirê avahiya enstîtutiyê, alavên li hundir jimartin û piştre dest danîn ser alavan.