Amnesty International bang li Îranê kir: Penahî dar ve nekin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bang li rejîma Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li ser Ramîn Hisên Penahî rawestînin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) piştî ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyê siyasî Ramîn Hisên Penahî kete rojeva raya giştî, daxuyaniyek da. Saziyê bang li rejîma Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li ser Penahî were rawestandin.

Rêxistinê di daxuyaniyê de got, ‘’Piştî lêkolînên me, diyar bû ku parêzer nikarin biçin cem Ramîn. Her wiha zext û zordarî li ser tê kirin ku li ser televizyonê biaxive û li sûcê xwe mikur were. Heke vê yeke bike wê sûcê wî were rakirin. Lê Ramîn Hisên ev nekir û ji bo vê jî di hicreyekê de bi tena serê xwe tê hiştin.’’

Di daxuyaniyê de tê gotin dadgehê di saetkê de cezayê darvekirinê pejirandiye û şopên êşkenceyê li ser Ramîn hene. Amnesty got, ‘’Di dadgehê de ti belgeyeeke ku Ramîn kesek kuştibe nehatiye nişandan û ti delîl nîn in. Ji bo vê jî em daxwazê ji hikûmata Îranê dikin ku cezayê li ser girtiyê Kurd Ramîn bide rawestandin.’’

Penahî ciwanî Kurd e û ji Rojhilatê Kuridstanê ye, ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye. Heke ceza neyê rawestandin Pênşemê Ramîn wê were darvekirin. Li dijî vê biryara darvekirina Ramîn Penahî biraziya wî Niştiman duh êvarî dawî li jiyana xwe anî.