Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir

Amedsporê li sehaya xwe bi Erzîncansporê re lîst û 4-1 têk bir.

Di Koma sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de Amedspor îro li sehaya xwe bi 24 Erzincansporê re lîst. Dewreya ewil a maçê 0-0 qediya. Di deqeya 58’an de jî tîma hember bi gola Kubîlay Yilmaz 0-1 kete pêş. Lê Amedsporê dev ji maçê berneda û 2 deqe piştî golê, bi Mert Çapar re golek avêt. Di deqeya 65’an de jî bi gola Berk Îsmaîl Unsal skor kir 2-1. Di deqeya 78’an bi gola Çekdar Orhan re îcar 3-1 kete pêş. Di deqeyên dirêjkirî yên maçê de jî bi gola Velî Çetîn skor kir 4-1. Bi vê serkeftinê re Amedsporê cihê xwe ya rêza yekemîn a lîgê parast.

Di maçê de mêvaneka surprîz jî hebû. Berfîn a down sendromî ku di Newroza Kocaeliyê de ji ber formayê Amedsporê negirtibûn qada pîrozbahiyê û ser hişê xwe ve çûbû, tevî malbata xwe maç temaşe kir. Berfîn û malbata xwe weke mêvanên Serokê Kulubê Azîz Elaldi di trubunên şerefê de cih girt.