Alîkariya dewleta Swêdê ya ji bo ‘Misilmanên’ Ciwan hat qutkirin

Saziya ku li Swêdêd alîkariya aborî dida rêxistinên penaber û ciwanan, biryar da ku desteka dewletê ya ji bo Misilmanên Ciwan a Swêdê (SUM) ku nêzî Birayên Misilman e, bê qutkirin.

Saziya Ciwanan û Civaka Sivîl (MUCF), da xuyakirin ku serlêdanên alîkariya dewletê ya ji bo 13 komale û dezgehan ku Misilmanên Ciwan a Swêdê, Ciwanên Demokratîk a Swêdê û Ciwanên Çep jî di nav de, hatiye redkirin.

MUCF, wek hinceta redkirina daxwaza alîkariya aborî ya Misilmanên Ciwan jî got, “xebatên li derveyî rêgezên fikrên demokrasî û wekheviyê, qedexeya cihêkariyê dimeşîne.”

Di biryarê de hat gotin ku ev têkîliyên xwe bi rêxistinên mîna Birayên Misilman ê ku ne li gor fikrên rêgezên esasî yên demokrasiyê tevdigerin heye.

Mehmet Kaplan ê ji ber têkîliyên xwe bi hikûmeta AKP’ê û rêxistinên din ên faşîst re hebû ji wezîfeya Wezareta Bajarvaniyê hatibû kirin, bi Misilmanên Ciwan ê Swêdê re jî pêwendiyên xwe hebûn. Kaplan, salên 2000-2002’yan serokatiya SUM’ê kiribû, piştî ku bibû parlamenter û wezîr jî ev têkîlî domandibûn.

Serokê SUM’ê Rashîd Musa got wê îtîrazî biryarê bikin.

Musa nexwest têkîldarî têkîliyên bi Birayên Misilman re bersivê bide çapemeniyê, li ser israrê jî got; “Ez naxwazim hevpeyvînê bikim. Ji bo niha pêşniyar dikim ku hûn hesabê me yê facebookê bişopînin.”