Alîgirên Erdogan êrîşî standa Partiya Çep kirin
Banga Erdogan a li ser hilbijartinên li Elmanyayê hêdî hêdî deng vedide. Li bajarê Koln ê Elmanyayê, êrîş li standa agahdarkirinê ya Partiya Çep hate kirin.
Banga Erdogan a li ser hilbijartinên li Elmanyayê hêdî hêdî deng vedide. Li bajarê Koln ê Elmanyayê, êrîş li standa agahdarkirinê ya Partiya Çep hate kirin.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinên federal ên 24'ê Îlonê yên li Elmanyayê, bang li Tirkên li vî welatî kiribû, ku boykot bikin. Piştî gotinên Erdogan ên li dijî partiyên Elman kir, êrîşa destpêkê li Kolnê hate kirin.
Endamên Partiya Çep (Dîe Lînke) li navçeya Ostheîm a Kolnê standa agahdarkirinê vekirin, lê belê komek ji neteweperestên Tirk êrîş kirin. Faşîstan flama û afîşên Partiya Çep ên li standê çirandin û hewl dan provokasyonê bikin. Lê bi ser neketin. Mirovên li derdorê piştgirî dan endamên Partiya Çep. Piştî ku polîs hatin cihê bûyerê, faşîst reviyan.
Têkildarî êrîşê polîsan dest bi lêpirsînê kirin. Ji bo provokasyon di navbera Tirk û Elmanan de rû nede, li herêmê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin.