Aldar Xelîl: Pirsgirêka Kurd çareser nebe, Sûriye jî çareser nabe
Aldar Xelîl: Pirsgirêka Kurd çareser nebe, Sûriye jî çareser nabe
Aldar Xelîl: Pirsgirêka Kurd çareser nebe, Sûriye jî çareser nabe
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl di derbarê hevdîtina Beşar El-Esed ya dawî bi televîzyona Sûriyeyê re daxuyaniyek da û helwesta serok dewletê Sûriyeyê Esed ya neçareserkirina pirsgirêka Kurd wek berdewama siyaseta înkar û tunekirina kurdan binav kir. Pirsgirêka kurdan nehemwelatîbûna Sûriyeyê û çend seet dersên zimanê Kurdî ne. Çareserkina pirsgirêkên Sûriyeyê girêdayî çareserkina pirsgirêka kurde.
Endamê Desteya Bilina a Kurd Aldar Xelîl di derbarê daxuyaniyên serok dewletê Sûriyeyê Beşar El-Esed de daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA’yê. Xelîl diyar kir ku, ji destpêka pêvajoya şoreşa Sûriyayê gelê Kurd ji bo pêvajoyê xebat kiriye. Gelê Kurd di nav şoreşa gelê Sûriyeyê de yê yekem bû ku xebata cidî kiriye.
PIRSGIRKA KURD ÇARESER NEBE, PIRSGIRÊKA SÛRIYAYÊ JÎ ÇARESER NABE
Di daxuyaniya xwe de Xelîl dazanîn ku,Esed tu çareserî ji bo pirsgirêka Kurd nîşan ne daye û heger pirsgirêka Kurd çareser nebe ne mumkine pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe û got: ‘’ Ya rast ewe ku mafê gelê Kurd were misogerkirin, heger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin,wê ne mumkin be pirsgirêkên gelê Sûriyeyê jî we re çareserkirin û Sûriyeyê bibe Sûriyeyek demokratîk. Rejîma Baas tu gavên erênî ne avêtiye, tim serî li rêbazên şidet û tunekirinê daye, berê xwe daye kuştin, tundî û wêrankirina bajaran.’’
Xelîl, wiha berdewam kir: ‘’Heger pêvajoyeke çareseriya demokratîk bihata wê daha baştir ba. Lê em dibînin di daxuyaniya Beşar El-Esed de behsa vegerandina nasnameya hemwelatiya Sûriyeyê ku beriya 50 salî ji kurdan hatibû standin, yan çend saetên zimanê kurdî ku di zaningehê de daye kurdan. Wek ku qey Beşar Esed bi van tiştan pirsgirêka Kurd çareser kiriye.’’
PÊWÎSTE HER KES MAFÊ KURDAN NAS BIKE
Di derbarê mafê gelê kurd li Sûriyeyê Xelîl ev tişt anîn ziman: ‘’Pêwîste ne tenê Beşar Esed, hemû kes mafê gelê Kurd nas bike. Gelê Kurd bi salan li ser vê xakê jiyan kiriye. me bi hev re bi salan jiyan kiriye, bi nasname yan bi dersek zimanê kurdî pirsgirêka Kurd çarser nabe, gerek bizane ku li welat şoreşek heye . Em naxwezin ku şer di nav pêkhateyên vî welatî de derkeve. Em naxwazin şerê navxweyî derkeve û em ne alîgirê pevçûnane. Em naxwezin ku erdnîgariya Sûriyeyê jî parçe bibe. Di heman demê de em dixwazin mafê gelê Kurd were qebûlkirin. Kurd mîna gelekî li ser xaka xwe were qebûlkirin û ew bi xwe xwe birêve bibe, em wê demê bawerbikin ku Suriyayê bibe Suriyeke demokratîk.’’
ESED DIXWAZE BEŞÊN CIVAKÊ LI DIJÎ HEV DERKEVIN
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl di derbarê hewldanên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ku dixwaze gelê Sûriyeyê li dijî hev derkeve, ev tişt anî ziman: “Esed di daxuyaniya xwe de dixwaze şek û gumanan bîne ser tevgera kurdî. Em van hewldanên wê rast nabînin, bi van hewldanên xwe dixwaze fitne û tevliheviyê di nava beşê civaka Sûriyeyê, muxalefetê û tevgera kurdî bi xwe de jî çêke. Em hewldanên wî wek lîstokekê dibînin. Em van hewldanan qebûl nakin û em ji her kesî re dibêjin pêwîste rastiyên hene werin dîtin.’’
Xelîl wiha dom kir: “Rastî ew e ku gelê Kurd xwedî mîraseke rêxistinêye, ji ber vê yekê gelê Kurd ne wek beşên din ên civaka Sûriyeyê ne. Gelê Kurd bêtir nêzî pêvajoyê bû, ev rastiyê dide nîşan ku gelê Kurd xwedî tecrubeye. Heger Beşar El-Esed dixwaze hewayekî bê baweriyê di nava muxalefetê de çêbike, gelê Kurd xwedî mîras e, xwedî şehîde. Em dê tu carî qebûl nekin ku kes têkeve herêmên me, me li Helebê, Efrîn, Kobanê û Cezîrê jî ev şêwaz da meşandin û me pêk anî. Ji ber vê gerek li ser vê rastiyê nêzî doza kurd bibe û doza Kurd biçûk negire dest.’’
KOMKUJÎ NE TENÊ BI ÇEKANE
Li ser axaftina Esed ku dibêje me wek Tirkiyayê komkujî li dijî kurdan pêknaniye Xelîl wiha axivî: ‘’ Tiştekî pir ecêbe, Komkujî ne tenê bi çek û kîmyawî têne kirin, komkujiyî ji alî çandî û hebûnê jî pêk tên. Çima Esed xwe bi Sedam û Erdogan teşbîh dike, heta niha hebûna gelê Kurd ne hatiya qebûlkirin. Îradeya wî ne hatiye qebûlkirin, beriya çend rojan jî li Şêxmeqsûd bi çekên kîmyawyî êrîşî sivîlan kir.’’