Aktivîteyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dewam dike
Li Ewropa aktivîteyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dewam dike. Li bajarê Lûdwîngshafen ê Elmanyayê panelek hate lidarxisin, li Helsînk, Dûîsbûrg û Înnsbûrgê jî çalakî hatin lidarxisitin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 1 sermawezê 2016, 20:07
LÛDWIGSHAFEN
Li Navenda Civaka Kurd a bajarê Lûdwîngshafen a Elmanyayê panelek hate lidarxistin. Panela ku Navenda Civaka Kurd û Hevparên Bihêz ên Demokratîk kû organîze kirin de NAVDEM, AGÎF, MLPD, ATÎK û AHDK weke qiseker beşdar bûn.
Panela ku moderatoriya wê Xezal Ragip û Cano Yildiz kirin sedan kes temaşe kirin.
Di panelê de baş kişand ser Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û êrîşên û pîlanên qirêj ên hêzên emperyalîst ku ji bo ku kanton nebin yek, êrîşên û zextên li Bakurê Kurdistan, girtin û qeyûm jî hatin gotûbêjkirin.
HELSÎNKÎ
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytext Helsînk a Fîlandiyayê çalakiyek hate lidarxitin. Kurd û dostên wan ên ku li stasyona Tren a Helsînkê kom bûn û çalakiya xwe bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di çalakiyê de balavok hatin belavkirin.
Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser şoreşa Rojava û her wiha êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistan û zext û êrîşên li dijî çapemeniya azad. Her wiha di encama van êrîşan de Hevaşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û berdevak demê ya KJA’yê Leyla Akat Ata jî hatin girtin.
Hat diyarkirin ku çawa heta niha li dijî hemû cure êrîşan li ber xwe dane wê ji niha û şûn de jî berxwedanê hê xûrtir berdewam bikin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsgûr ê Elmanyayê aktivîteya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate lidarxistin.
Li ser banga NCKD û PYD Dûîsbûrgê pîrozbahiyek bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de destpêkê Hevserokê NCKDD Mûsûr Aslan axivî, nêzî 500 Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
Di axaftinên di aktivîteyê de hatin kirin diyarkirin ku berxwedana ku li Kobanê hate kirin bû mînak ji bo tevahî cîhanê, çeteyên DAIŞ’ê windahiyên mezin da û şikest. Her wiha di aktivîteyê de bal kişandin ser êrîşên hikûmeta AKP/Qesrê yên li Bakurê Kurdistanê û operasyonê qirkirin siyasî ya li dijî şaredariyên Kurd, bêdengbûna welatên Ewropa ya li dijî diktatoriya Erdogan jî hate şermezarkirin.
Hevserokê NCKDD Mûsûr Aslan wiha anî ziman: “Di sala 2014’an de ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê di nav de kesên xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê, parêzvanên mafê mirovan gelek kesên ku di cîhanê de tên naskirin piştgiriyê bidin YPG/YPJ’ê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin.”
Di aktivîteyê de li ser navê Meclîsa PYD’ê ya Elmanya Ahmed Kobanê, Mala Êzidiyan Wesel, MLKP û Dostên Elmanyayî axaftin kirin.
ÎNNSBRÛCK
Kurd û dostên wan ê li Eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtînga şehîdên Kobanê bibîr bînin li dar xitin.
Di bîranaîn de ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Înnsbrûck ve hate organîzekirin, Hevparên Bihêz ê Demokratîk a Înnsbrûcê û Komîstên Jûgent Osterreîch ên Awûstûryayê jî piştgirî kirin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpê kir de pankartên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin vekirin û belavok hatin belavkirin.
Di aktivîteyên de bi findên pêxistî Kobanê hate nivîsandin, li ser navê Navenda Civaka Kurd Rodî Amed axivî.