Aktîvîstên enternasyonalîst ên ji bo Ocalan bimeşin: Gelê Kurd bi tenê nîne
Ji meşvanan hunermend Sarah Maûrîaûcoûrt a ji Fransayê, aktîvîst Clara Llûraj a ji Katalonyayê û Doktor Danîel Maraz ê ji Arjantînê, der barê çalakiyê de ji ANF'ê re axivîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 31 rêbendanê 2017, 08:32
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 70 kes ji 13 welatan, di navbera 1-11'ê Sibatê de ji Luksembûrgê bimeşin Strasboûrgê.
Meşa dirêj, ku bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" tê lidarxistin, wê roja 1'ê Sibatê li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê bike. Tê payîn ku meş 10 rojan bidome. Meş wê bibe peyameke navneteweyî. Tevî dostên Kurdan wê nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê jî tevlî meşê bibin.
Ji meşvanan hunermend Sarah Maûrîaûcoûrt a ji Fransayê, aktîvîst Clara Llûraj a ji Katalonyayê û Doktor Danîel Maraz ê ji Arjantînê, der barê çalakiyê de ji ANF'ê re axivîn.
Hunermend Sarah Maûrîaûcoûrt da xuyakirin, ku ew piştgiriyê dide hemû mirovên ji bo mafên xwe têdikoşe û bêguman destekê dide azadiya gelê Kurd û lîderê wan Abdullah Ocalan. Maûrîaûcoûrt destnîşan kir, têkoşîna Kurdan a ji bo mirovahiyê, ji aliyê siyasî û civakî ve ji bo Ewropa û tevahiya cîhanê gelekî girîng e.
Maûrîaûcoûrt sedema tevlîbûna xwe li vê meşê wiha rave kir: "Bi dîtina min, divê mirov rastiya li Kurdistanê zanibin û pêwîste têkiliyên dîplomatîk û aboriyê yên bi rejîma Erdogan re bên qedandin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku ji ber sedemên siyasî grtî ye, divê em têbikoşin. Tevî vê yekê, pêwîste gelê Ewropa ji tiştên medya ji wan re dibêje, bawer neke. Azadiya gelê Kurd, ji pirsgirêkeke herêmî ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê wêdetir, mijareke li ser azadiya giştî ye ku pêwendiya xwe bi tevahiya mirovahiyê re heye. Ji bo em zextê li hikûmetên xwe bikin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê bi biqedîne, girîng e em zanibin li Tirkiyeyê çi diqewimin. Her wiha bi tevlîbûna li vê meşê re dixwazim vê peyamê bidim saziyên Ewropayê; 'eger bi qasî ku hûn îdîa dikin, hûn mafên mirovan diparêzin, vê yekê ne tenê di demên xwe yên stratejîk de bikin. Lazim e hûn vê yekê ji bo her kesî bikin'. Dixwazim ji gelê Kurd re jî bêjim, ku em li Ewropayê ji bo wan têdikoşin, destekê didin wan û ew bi tenê nîne. Ji ber têkoşîna ku dimeşîne, ez spasiya gelê Kurd dikim, ji ber ku têkoşîna wan di heman demê de têkoşîna me ye."
Clara jî ku wê ji herêma Barselona ya Katalonyayê tevlî meşê bibe, endama Platforma Piştgiriya Gelê Kurd' e. Clara da xuyakirin, ku divê aktîvîst piştgiriyê bidin gelê Kurd, lewma ew ê tevlî meşê bibe û anî ziman, bi saya vê yekê dixwazim ji Ewropiyan re qala rewşa gelê Kurd bikim.
Clara da xuyakirin, ku ew dixwaze bîne bîra saziyên mafên mirovan ên Ewropayê, ku li şûna bêdengiya li pêşberî tecrîda li ser Ocalan, ji bo azadiya lîderê gelê Kurd Ocalan û naskirina mafên Kurdan bikevin nava tevgerê. Clara diyar kir, weke mirovek ku piştgiriyê dide gelê Kurd dixwaze vê ji gelê Kurd re bêje: "Hûn bi tenê nînin. Li Ewropayê em jî bi we re ne. Bijî Kurdistan."
Danînel ê ji paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê hatiye anî ziman, ku ji bo rastiya li Kurdistanê û rewşa gelê li wir vebêje tevlî meşê dibe.
Danîel diyar kir, ku ew dixwaze balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got, "Piştî ku ev meş qediya, dixwazim tecrûbeyên xwe bi mirovên li wir parve bikim. Gelekî girîng e di navbera gelên cuda yên cîhanê de piştgiriya enternasyonalîst bê nîşandan."