Aktaş: Divê qedexeya weşanan a li girtîgehê tavilê bê terikandin

Aktaş: Divê qedexeya weşanan a li girtîgehê tavilê bê terikandin

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş nerazîbûn nîşanî qedexeya weşanan a li girtîgehan da û got, "Bêyî ku dereng bimîne û rê li ber pirsgirêkên zêdetir veneke, divê ev qedexe bê terikandin."

Rojname û kovarên bi rêya postayê ji aliyê çapemeniya şoreşger û sosyalîst ve tên şandin yan jî malbat bi xwe re tînin, radestî girtiyan nayên kirin.

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş der barê mijarê de agahî da ANF'ê û destnîşan kir ku qedexe nayê qebûlkirin.

Aktaş diyar kir ku di cewhera polîtîkaya dewletê ya li girtîgehan de "qedexekarî" heye û got, "Polîtîkaya dewletê ya li ser girtîgehan, ji duh heta niha li ser astengkirina pêşketina mirovan e." Aktaş bibîr xist ku AKP timî bi şêweyê "me mercên girtîgehan baş kir" propaganda dike û got, "Lê belê tecrîda li girtîgehan dewam dike û pêşî li pêşketina mirovan tê girtin. Qedexeya weşanê ya di rojên dawî de hatiye anîn jî, mînakek ji vê re ye."

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş wiha axivî: "Organeke weşanê ya li derve tê xwendin, tê firotin, nehatiye qedexekirin, çima li girtîgehê tê astengkirin? Bi rastî jî fêmkirina vê zehmet e. Derketina mejiyekî bi vî rengî yê qedexekar li girtîgehan, nîşana xêrê nîne. Yekane çavkaniya xwedîkirinê ya mirovên ji ber xebatên siyasî hatine girtin, xwendin, nivîsandin e. Xebatên entelektuel in. Eger hûn vê asteng bikin, hingî hûn li gel îzolekirinê zexteke giran li wan mirovan dikin. Ev sûc e. Mercên xwendin û nivîsandina mirovan çawa dikarin bên astengkirin? Ev nêzîkatiyek li derveyî demê ye. Mirov wê vê rewşê qebûl nekin û ev yek wê veguhere pirsgirêkeke cidî. Bêyî ku dereng bimîne, divê tavilê ev qedexe ji holê bê rakirin."

Aktaş bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Hikûmet ji aliyekî ve peyaman dide ku dikare girtiyên nexweş serbest berde, li aiyê din jî navgînên çapemeniyê qedexe dike. Ez ne mirovekî her tiştî bi pêvajoya çareseriyê ve girê didim e. Lê belê ev yek pêkanînek berevajî pêvajoyê ye."