AKP û DAIŞ li gelek navendan hatin şermezarkirin

AKP û DAIŞ li gelek navendan hatin şermezarkirin

Êrişên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û piştgiriya AKP’ê ya ji çeteyan re li gelek navendên Kurdistan û Tirkiye bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Bi sedhezaran kesên li hember êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ û piştgiriya hikûmeta AKP’ê ya ji çeteyan re hêrsa xwe raber kirin li çar aliyên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan.

ŞEMZÎNAN: Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di pêşengiya DBP’ê de welatiyên beşdarî meşê bûn dirûşmayên, "Em şoreşa Rojava silav dikin”, "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike” gotin. Ji Înîsiyatîfa Azadî Murathan Erbaş piştî meşê daxuyaniyek da. Erbaş anî ziman ku piştî Şengalê Kobanê jî di bin heman êrîşan de ne û got ku armanca êrîşan ev e ku Kurdan qetil bikin, bidin koçberkirin û axa wan ji destên wan derxin.

ŞIRNEX: Li Şirnexê di pêşengiya DOKH’ê de bi hezaran kesên li Qada Omer Kabak hatin gel hev heta Qada Cumhuriyetê meşiyan.  Di meşê de ku piranî jin bûn pankarta, "Berxwedana Kobanê, xilasbûna rûmeta mirovahiyê ye” hat vekirin. Dirûşmayên,  "Qatil  DAIŞ hevkar AKP", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Şirnex raneze li Kobanê xwedî derkeve” hatin gotin.

Di çalakiye banga xwedîderketina li Kobanê hat kirin.

ÎDIR: Di pêşengiya Şaxa Îdir a Egîtîm Sen’ê de li ber Bîrdariya Danezane Gerdûnî ya Mafê Mirovan a li Qada Şaredariyê çalakiyek hat lidarxistin. Rêveberê Egîtîm Sen Nejdet Dogan diyar kir ku pêwîst e sînor ne ji çeteyên tarî ji gelan re bên vekirin. Piştî daxuyaniyê hat ragihandin ku bi armanca piştgiriya ji Kobanê re wê li Parka Haydar Alîyev ji bo hefteyekê kon bê vedan wê alîkariyên bên berhevkirin wê di kon de bên komkirin.

XÎZAN: Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Xîzan ji ber Rêxistina DBP’ê ya navçeyê heta Şaredariya Xîzanê meşek li dar xistin. Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, dirûşmayên, “Bijî Serok Apo”, Bijî Berxwedana Kobanê”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” qîr kirin. Piştî meşê li ser navê girseyê Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya navçeyê Mehmet Saît Tarhan axivî. Tarhan got, "Wê ji çeteya DAIŞ a bê ku dibêje, Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Misliman, Elewî qetil dike û hikûmeta AKP’ê  hesab bê pirsîn.”

DÊRSIM: Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Hunermendên Herêmî yên Dêrsimê hemû pêkhateyên civaka sivîl  ên bajêr li Taxa Sanat êrîş şermezar kirin. Çalakiya li Qada Seyîd Riza hat lidarxistin Hevşaredarê Dêrsimê Nurhayat Altun, endamên DBP, EMEP, ESP û bi sedan kes tevlî bûn. Di çalakiyê de pankarta “Rûmeta mirovatiyê li Kobanê ber xwe dide, bêdeng nemîne!” hat hilgirtin. Di çalakiyê de li ser navê hunermendên herêmî Huseyîn Yildirim axivî. Yildirim got ku çeteyên DAIŞ îro li Şengal, Mexmûr û Kobanê li ser êşên gel ên qet xilas nabin hinek din jî zêde dikin û ev êrîş lanet kirin.

ENQERE: Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) yên Enqereyê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê li Parka Guven daxuyaniya çapemeniyê dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de pankarta “We bîhîst, dît, birayên me tên kuştin û xwedî li Kobanê derkeve” û dirûşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re hatin gotin. Sevîm Fîdan ku di daxuyaniyê de  axivî diyar kir çeteyên hikûmeta AKP çek dide wan û wan perwerde dike û li Rojhilata Navîn zilmê li gelan dikin.

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. Çalakiya nobetê wê seat 21.00’an de bi dawî bibe.

MÊRDÎN: Bi pêşengiya Rêxistina Dêrika Çiyayê Mazî ya DBP’ê ya Mêrdînê de gelê navçeyê bi armanca piştgiriya ji gelê Kobanê yê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ li ber xwe dide bi karwanekî 7 wesayîtan ber bi Pîrsûsê ve ketin rê. Li ser navê koma ku di nava wan de endamên Meclîsa Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî, rêveberên navçeyê yên DBP û HDP’ê û endamên MEYA-DER hebûn Hevserokên DBP’ê yê Navçeyê Adil Aktaş ku daxuyanî da, got ku ji destpêka çalakiyê vir ve gelê Dêrika Çiyayê Mazî bi karwanekî 6 wesayîtan  tevlî bûne û weke koma duyem jî ew ê biçin Pîrsûsê.

JI ÎDIRÊ HEYA ROJAVA ALÎKARÎ

Li aliyê din di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê Şaredari ya Îdirê bi dirûşmaya “Tu jî  alîkariya Rojava bike” TIR'ek alîkariya hat komkirin ber bi Rojava ve ket rê. Hevşaredar Murat Yîkît got ku wek şaredarî niha wek alîkariya lezgîn 25 ton alîkarî ya ji 10 ton ard û 15 ton xurek bi rê kirine û wê ev alîkarî berdewam bike.