AKP saziyên li Amedê pêşkêşî cemaetê dike
AKP saziyên li Amedê pêşkêşî cemaetê dike
AKP saziyên li Amedê pêşkêşî cemaetê dike
Li Amedê saziyên cemawerî yên ji dest hatine derxistin bi giştî ji bo cemaetê tên kirêkirin. Piştî avahiya MÎT û lojmanên wê ji bo Cemiyeta Belavkirina Îlmê hate kirê kirin şûnde, avahiya Îdareya Taybet a Navendê jî ji bo cemaetê hat pêşkêşkirin. Di mijara dewrkirina Mala Artêş û Berbaziyê de jî hevdîtinên bi cemaetê re didomin.
Beriya şerê di navbera AKP û Fetullah Gulen ku di bin navê operasyona 17’ê Kanûnê de deng da avahiya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku li navçeya Yenîşehîrê bû ji bo Weqfa Perwerde û Çanda Îpek a bi nêzîkatiya xwe ya Gulen tê nasîn bi 400 TL yî hate kirêkirin. Cemaet xwe amade dike ku li vir zanîngehê veke û ji bo 10’emîn Midûriyeta DSÎ’yê jî li Seyrantepeyê cih hat veqetandin.
Ji bo tehsîskirina lojmanên berbaz, mêvanxaneya malaartêşê û 10’emîn Midûriyeta DSÎ’yê ya ji bo cemaetê hevdîtin didomin û piştî ‘operasyona 17’ê Kanûnê’ cihê DSÎ’yê û lojman û malaartêşê kar û barên kirêkirina wê hat sekinandin.
Cemaeta Gulen ku xwest li vir Zanîngeha Selahattîn Eyyubî ava bike jî neçar man bikişîn avahiya li ser rêya Rihayê.
AVAHIYA MÎT Û LOJMAN DAN WEQFA BELAVKIRINÊ
Avahiya Midûriyeta Herêma MÎT’ê ku li taxa herî qerebalix a Yenîşehîrê bû û lojmanên MÎT’ê ji bo Weqfa Belavkirina Îlm ji bo 49 salan hat kirê kirin
Piştî ku avahiya MÎT’ê bar kir gel Fermandariya Alay a Cendermeyan a Navendî şûnde beşeka avahiya ku demekê vala ma ji bo Midûriyeta Polîsan a Yenîşehîrê hat veqetandin û ev kompleksa ku bûhayê wê bi mîlyonan e ji bo Weqfa Belavkirina Îlm hat kirêkirin.
Avahiya ku ji bo salane bi 7 hezar TL’yî hat kirêkirin wek Yurda Xwendekaran a Keçan a Razanê xebata xwe dimeşîne.
Lojman jî ku bi heman awayî hat valakirin ji aliyê Walîtiya Amedê ve ji bo projeya SODES’ê hate dewrkirin. Li vî cihê ku ji dewletê hatiye kirêkirin cemaet hê perwerde û hîndekariyê dide.
MIDÛRIYETA HERÊMÎ YA RIYÊN BEJAYÎ JI BO DIYANETÊ...
Yek ji van avahiyên cemawerî ya li ser bazar tê kirin jî avahiya Midûriyeta 9’emîn herêma Rêyên Bejayî ye.
Kompleksa ku ji sahaya futbol, hewz, lojman û avahiyên îdareyê pêk tê ji bo Wezareta Karên Diyanetê mehane bi 400 TL hat kirêkirin.
Tê plankirin ku Miftîtiya Navendî li vir mizgeftê çêbike.
AVAHIYA ÎDAREYA TAYBET BÛ NAVENDA ÎHTÎSASA BILIND
Bi qanûna dawî ya Şaredariyên Mezin re îdareyên taybet hatin rakirin û tiştên girêdayî îdareya taybet dewrî şaredariya mezin hatin kirin. Lê li gel ku li hemû bajarên mezin li gorî vê qanûnê hat kirin li Amedê avahiya îdareya taybet nedan şaredariyê û dewrî Navenda Îhtîsasa Bilind ya Olî a di bin banê Walîtiyê de ye kir.