AKP piştî Erdogan parçe dibe?

AKP piştî Erdogan parçe dibe?

Beriya Erdogan bibe ‘serok’ an jî ‘serokkomar’, di nava partiya wî AKP’ê de nakokiyên ‘dê kî bê cihê Erdogan’ mezin dibin. Ji ber nakokiya di navbera Cemeet û Erdogan de, Cemeet ji bo ji Erdogan rizgar bibe, piştgirî dide ku Erdogan biçe koçikê û ji bo piştî Erdogan namzedek ji xwe re amade dikin. Li hemberî vê hewldanan Cemeetê Erdogan jî dixwaze Nûman Kurtulmuş bide pêş.

AKP’ê di kongreya xwe ya asayî ya çaremîn de nêrîna xwe ya aşkere kiribû. Nûman Kurtulmuş, Suleyman Soylu û Osman Can hatin peywirdarkirin û piştre hatibû destnîşankirin ku ev kes dê piştî Erdogan di dema avakirinê de cih bigirin. AKP li aliyekê bi rêya Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê sîstema serokatiyê derdixe pêş, lê di nava wê bi xwe de du senaryo hene. Yek ji vana sîstema serokatiyê ye. Ger ev sîstem were qebûlkirin an jî referandûm pêk bê, êdî tu wateya gotûbêjên li ser serdema piştî Erdogan namîne. Jixwe bi vî awayî hemû raye dê bikevin destê Erdogan û dê kesê bibe serokê partiyê tenê sembolîk be. Senaryoya din jî ew e ku sîstema serokatiyê neyê qebûlkirin, bi vî awayî Erdogan dê sala 2014 bi hin rayeyên sînordar biçe koçika serokkomartiyê. Piştî wê dê serokwezîrek nû were diyarkirin. Niha tê nîqaşkirin bê ev kes dê yeke alîgirê Erdogan be an jî kesek xurt be. Her çendî Erdogan hewl dide ku vê yekê veşêre, lê Cemeeta Fethullah Gulen li dijî vê yekê ye û dixwaze kesek din derbixe pêş. Ji ber wê jî Cemeet dê sernaryoya duwemîn ango çûyina Erdogan bo koçika serokkomartiyê destek bike û bi vî awayî Erdogan bê bandor bike.

GUHERTINA RÊZIKNAMEYÊ DI ROJEVÊ DE YE

Li aliyekê nîqaşên ji bo serdema piştî Erdogan zêde dibin, li aliyeye din guhertineke mezin ku dê di nava AKP’ê de çêbibe, rê li ber tengasiyan vedike. Li gorî rêziknameya niha di meriyetê de, di hilbijartinên giştî yên sala 2015 de gelek wezîr, parlementer û rêveberên navendê nabin namzed. Ev yek jî tê wateya hatina ber hilweşînê ya partiyê. Di nava vana de navên weke Bulent Arinç, Beşir Atalay, Bekir Bozdag, Sadullah Ergin, Fatma Şahîn hene. Her wiha navên weke Omer Çelik, Abdulkadir Aksu, Huseyin Çelik, Salih Kapusuz, Bulent Gedikli, Reha Denemeç, Huseyin Tanrıverdi, Edip Ugur, Nukhet Hotar, Haluk Îpek yên ku di nava rêveberiya AKP’ê de ne jî nabin namzed. Ji ber wê jî ji bo Erdogan bibe “serok” an jî “serokkomar” zext tê kirin ku ev biryar ji nava rêziknameyê were rakirin.

GUL Û ARINÇ JI ERDOGAN NE REHET IN

Di nava partiyê de jî hin kesên ku xwe ji serdema piştî re Erdogan re amade dikin hene. Ji vana yên herî girîng û bi bandor Serokkomar Abdullah Gul û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç e. Rageşiya di navbera Gul û Erdogan de demek dirêj e didome. Piştî ku Gul qanûna şîkeyê veto kir, ev nakokî xwe dan der. Erdogan naxwaze piştî wî Gul bihêztir bibe, lê Cemeetê jî deyn û bala xwe daye ser Gul û Arinç. Gul û Arinç ji wê yekê nerehet in ku Erdogan di carekê de hemû rayeyan têxin destê xwe û bi hêz bibe. Tê zanîn ku ger Erdoban biçe koçikê, dê AKP ji hêzê bikeve û dê Gul û Arinç jî di siyasetê de bandora xwe winda bikin. Ji ber wê jî qanûna şîkeyê Gul û Arinç nêzî hev kirin.

CEMEET DI NAVBERA GUL Û ARINÇ DE MAYE

Li hemberî van hemû pêşketinan Cemeet, li hemberî Erdogan di navbera Arinç û Gul de maye. Li gorî agahiyên ji kulîsên AKP’ê hatine wergirtin, Cemeet di van demên dawiyê de dixwazin ku Erdogan biçe koçika serokkomartiyê. Lê Cemeet dixwaze bi vê destekê ji Erdogan rizgar bibe. Navên ku herî zêde ji bo serdema piştî Erdogan derbas dibin Gul û Arinç in. Li hemberî vê yekê Gul bê neaxaftinê çêtir dibîne, Arinç jî carna derbarê serdema piştî Erdogan de daxuyaniyan dide. Arinç di 27’ê îlonê de beşdarî bernanameyk a Haberturk TV bû û îşaret bi serdema piştî Erdogan kir. Bal kişandibû ku dema wana rêziknameya partiyê amade kiriye, wana gotiye ku di siyasetê de rêya tu kesî nayê girtin û bi vî awayî bal kişandibû ser bandora xwe ya piştî Erdogan.

FAKTORA DAVÛTOGLÛ JÎ HEYE

Rastiyek ku tê zanîn heye; di nava AKP’ê de bandora dewletên biyanî hene. Ew jî vîzyona xwe ya piştî Erdogan diyar dikin. Di serî de DYA û gelek welatên din ên xwedî bandor dixwazin Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû piştî Erdogan derxînin pêş. Lê ji ber polîtîkayên Davûtoglû yên li Sûriye û Lîbyayê, nêrîna neteweyî ya Tirk li dijî wî ye.

ŞERÊ TERÎQETAN LI BER DERÎ YE

Bê guman, di nava AKP’ê de faktorên herî zêde bi bandor cemeet û terîqet in. Jixwe di avakirina AKP’ê de û pêşketina wê de her tim îmzeya terîqet û cemeetê hene. Beşek mezin a girseya partiyê ji Cemeeta Gulen û Nexşebendiyan pêk tê. Cemeet xwe di nava dewletê de saz dike û di navbera wê û Nexşîbendiyan de nakokî hene. Nexşîbendî di her carekê de nerehetiyên xwe yên ji hewla Cemeetê ya ji bo bidestxistina saziyên dewletê ji Erdogan re radigihînin. Nexşîbendî heta niha derbarê serdema piştî Erdogan de tu daxuyaniyek zelal nedane, lê di nava partiyê de bi aşkereyî tê gotin ku ew ê destekê nedin namzedên Cemeetê.

FORMÛLA ERDOGAN JÎ NÛMAN KURTULMUŞ E

Erdogan jî li ser hevalê xwe yê berê yê têkoşînê Nûman Kurtulmuş radiweste. Erdogan Serokê berê yê HAS Partî Nûman Kurtulmuş di kongreya AKP’ê de trasnfer kir û cihek girîng da wî. Erdogan di axaftin û daxuyaniyên xwe de îşaret bi girîngiya Kurtulmuş a piştî xwe kir û Kurtulmuş jî di van demên dawiyê de balê dikişîne ser vê yek. Kurtulmuş 2’yê çileyê hevpeyvînek da rojnameya Radîkalê û bersiv da pirsa “Gelo hûn dê piştî Erdogan bibin serokê partiyê an na” û got: “Min her tim got gelo dê çi feydeyek min ji bo vî gel û welatî çêbibe, tevgeriyan. Duh jî wiha bû, îro jî wiha ye. Ji ber wê jî ne girîng e ka ez ê weke şexs bibim çi. Lê ev yek Xwedê dizane.”

MAVÎ MARMARA Û VEQETÎNA CEMEETÊ

Hêza ku dê di pevçûnên AKP-Cemeetê de bi ser bikeve, dê piştî serdema Erdogan diyar bibe. Nakokiya di navbera Erdogan û Cemeetê de demeke dirêj e berdewam dike. Ev pevçûn û nakokî hin caran gihiştin asteke krîtîk û tê diyarkirin ku ev nakokî dê di van demên dawiyê de dijwartir bibin. Gava mirov li raboriya vê yekê dimeyzîne, mirov dibîne ku nakokî piştî êrîşa Îsraîlê ya li hemberî keştiya Tirk a Mavî Marmarayê dest pê kiri ye. Rêxistina bi navê Weqfa Alîkariya Mirovahî (ÎHH) bi keştiya bi navê Mavî Marmara alîkarî ji Xezzeyê re bir, 31’ê gulana 2010 li rastî mudaxeleya Îsraîlê hat û di encamê de 9 welatiyên Tirkiyeyê hatin kuştin. Erdogan ji ber bûyerê Îsraîlê bi “terora dewletê” tawanbar kir, Fethullah Gulen jî daxuyaniyek da rojnameya Wall Street Journal a DYA’yê û ji ber ku bi Îsraîlê re li hev nekirine, rexne li Erdogan kir. Piştî vê jî nîqaşên dersxaneyan derket pêş. Erdogan roja 9’ê Îlonê got “ger dibistan hebin, dersxane ji bo çi ne?” û Gulen jî bi rêya malperên nêzî xwe dabû diyarkirin ku ew ê bi vî awayî rêya xwe bidomînin. Şkestina herî mezin a di navbera her du aliyan de di çarçoveya doza operasyonên “KCK’”ê ku li hemberî siyaseta Kurd tê meşandin de, girtina îfadeya Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan bû. Piştî vê li ser Cemeetê re nîqaşên di navbera Emniyet û Cemeetê de dest pê kirin û Erdogan bi awayeke aşkere piştgirî da Şefê Îsxîtabarê Hakan Fîdan.

Cemeet dixwaze piştî Erdogan bi awayeke çalak cih bigire û ev yek dê rê li ber veqetînên nû vebike. Ji bo ev yek di kulîsên AKP’ê de neyên nîqaşkirin, gelek zextên dijwar tên kirin. Erdogan di civîna lijneya rêveberiya navendî ya partiya xwe de hişyarî da ku ev yek dê rê li ber parçebûna partiyê vebike .