AKP pevçûnên mezhebî gur dike
AKP pevçûnên mezhebî gur dike
AKP pevçûnên mezhebî gur dike
Li dijî Komeleya Çandê û Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a Sûltangaziyê, di 7'ê Îlona 2013'an ber destê sibê de, êrîş hat kirin. Du kesên bi çekan avêtin ser komeleyê nobedarê komeleyê Mehmet Ceylan birîndar kirin û gef li rêveberê komeleyê Mehmet Kûrnaz xwarin. Her çend her du êrîşan bi xêra dîmenên kamerayên komeleyê hatin girtin jî, hînê êrîş zelal nebûye. Serokê Komeleya Çandê û Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a Sûltangaziyê Zeynel Odabaşi ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku ji ber çeka êrîşkaran destpêkê neteqiyaye, pêşî li fekareke mezin hatiye girtin. Odabaşi anî ziman ku êrîşa hatiye kirin, ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmeta AKP'ê der heqê Sûriyê de ye û destnîşan kir ku ev polîtîka pevçûnên mezhebî gur dike. Odabaşi got, "Eger hûn çeteyan li otêlan vehewînin û ji kampên li ser sînor perwerdeya çekdarî û alîkariya lojîstîk bidinê, tişta bê serê we, dê ev be."
GEFA; HÛNÊ NIKARIBIN ELEWIYÊN SÛRIYEYÎ LI VIR VEHEWÎNIN
Serokê Komeleya Çandê û Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a Sûltangaziyê Zeynel Odabaşi da xuyakirin ku piştî ew bi drama penaberên Elewî yên Sûriyeyî yên li parkên li perava Kûmkapiyê hesiyane, yekser ketine nav tevgerê. Odabaşi ragihand ku wan bi konên li hundirê komeleyê vedanê û nêzî 400 penaber bicih kirine, hin ji wan li malan vehewandine û diyar kir ku piştî hilmeke çend rojan a rehet, bi êrîşa 7'ê Îlonê re jî dîsa tirs û xofa şer ketiye dilê penaberan û êrîş bi vî rengî vegot, "Danê sibê saet li dora 3.00 de du şexsên di dest de çek hebûn ji wesayîteke bi markeya Ford Focus a spî peya bûn û hatin pêşiya deriyê komeleyê. Dema ji wesayitê peya bûn û hatin ber derê, li nobedarê me Mehmet Ceylan rast hatin û yek ji êrîşkaran berê çeka 9 mm'yî Ceylan. Êrîşkar hingî hewl da nobedar Ceylan bikuje, lê ji ber fîşek asê ma û neteqiya, vê carê bi qûndaxa debancê li serê wî dan. Dûre jî xwe ji ser dîwêr avêtin û ketin hewşa komeleyê. Yek ji van êrîşkaran çavdêrî dikir, yê din jî pihên li deriyê desteya rêveber a komeleyê dida û digto, "Hûn nikarin Elewiyên Sûriyeyî li vir vehewînin" û gef dixwar. Li ser vê tengezariyê rêveberê me Mehmet Kûrnaz derket derve, lê bû hedefa êrîşkaran. Vê carê êrîşkar berê çeka xwe da Kûrmaz û xwest biteqîne. Lê cara duyemîn fîşek li debancê asê ma û neteqiya. Li ser vê yekê êrîşa şarjor derxist û dema xwest ji nû ve têxe debancê 3 fîşek ketin erdê. Dûre êrîşkar gefa "Eger hûn van ji polîsan re bêjin emê we bikujin" li rêveberê me Mehmet Kûrnaz xwar û bi êrîşkarê din re li wesayîtê siwar bû û reviyan."
PEVÇÛNÊN MEZHEBÎ XWE ÇENG KIR TIRKIYÊ
Odabaşi ragihand ku bi xêra dîmenên kamera yên komeleyê her du êrîşkar hatine girtin û destnîşan kir ku ev bûyera rû daye pêwendiya xwe bi polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya der barê Sûriyê de heye. Odabaşi diyar kir ku polîtîkayên şaş ên AKP'ê pevçûnan gur dikin û got, "Eger hûn çeteyan li otêlan vehewînin û ji kampên li ser sînor perwerdeya çekdarî û alîkariya lojîstîk bidinê, tişta bê serê we, dê ev be."
Odabaşi bibîr xist ku ev polîtîkayên cihêkar û alîgiriya şer a Tirkiyê, dê li dijî Tirkiyê encamê bi xwe re bîne û anî ziman ku li dû Reyhanliyê êrîşa li dijî penaberên Elewî yên li Sûriyê li Stenbolê nîşan dide ku pevçûnên mezhebî xwe çeng kirine Tirkiye. Odabaşi xwest hêza li pişt êrîşkar tavilê bê ronîkirin û diyar kir ku ev êrîş û gef dê wan ji rêya xwe venegerînin û destnîşan kir ku heta hikûmet ji Penaberên Elewî yên Sûriyeyî şert û mercên însanî biafirîne, weke saziyên Elewî dê wezîfeyên xwe yên însanî her bikin.