AKP’ê sînor derbas kirin: Li Swîsreyê der barê 2 rojnamevanan de doz

AKP ya ku li Tirkiye û Kurdistanê bi girtin û mohrkirina bi sedan dezgeh û saziyên çapemeniyê têr nebû, ji bo dengê rexneyên li derveyî welat jî qut bike, xwe amade dike ku der barê 2 rojnamevanan de dozê veke.

Piştî Federasyona Komeleyên Karkeran a Tirk- Swîsre ku lobiya dewleta Tirk û AKP’ê ye, tehşîr bû û kete rewşa îflasbûnê, vê carê erka wê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropa (ÛETD) ku lobiya Ewropa ya AKP’ê ye, girt ser xwe.

ÛETD, di meha herî dawî de li bajarên Stockholm, Malno û Goteborg “ Li ser bingehê sîstema Serokatî û darbeya 15’ê Tîrmehê” hewl da ku konferansan li dar bixe.

Li bajarê Malmo, 4’ê Mijdarê plan dikir ku li salona konferansê ya otelekê konferansê li dar bixe û Parlamenterê AKP’ê yê Konyayê Abdûllah Agralî û Parlamenterê din ê AKP’ê yê Aydinê Abdurrahman Oz weke qiseker beşdar bike.

KONFERANSA AGRALI HATE ÎPTALKIRIN

Çend roj mayî beriya konferansê, Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baskî û Mûrat Kûseyrî, ji bo midûrê otelê bi boneya konferansê nameyekê dişînin. Name di çapemeniya Swîsreyê de jî hate parvekirin, têkildarî armanca konferansê daxuyanî hatin dayîn û gotinên Agrali yê ku wê weke qiseker beşdarî konferansê bibûya, têkildarî dijminatiya Kurdan hatin belavkirin.

Hat diyarkirin ku Rêveberê Otelê lihevkirina li gel EÛTD’ê betal kir û konferans îptal kir.

Li ser betalkirina konferansê Abdullah Agralî diyar kir ku wê der barê 2 rojnamevanên ku ew rexne kirine dozê bidin destpêkirin.

Dezgeha weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swîsreyê “Joûrnalîsten” doza Agrali ya ku wê vekirana ji raya giştî re ragihand. Piştre jî Televîzyona Dewletê ya Swîsteyê, yek ji rojnameya herî xwedî tîraj a Swîsreyê, Rojnameya Dagens Nyheter û Svenska Dagbladet jî di nav de gelek dezgehên çapemeniyê cihekî berfireh ji mijarê re veqetandin.

ÇAPEMENIYA SWÎSREYÊ MIJAR KIR MANŞET

Rojnameya Svenska Dagbladet, bi sernivîsa “ji aliyê tetîkerên Erdogan der barê rojnamevanên Swîsreyî doz tê vekirin” gotarek weşand.

Di gotarê de hat gotin ku Erdogan ji dozên ku li Tirkiyeyê der barê rojnamevanan vekiriye têr nebûye, her wiha doza der barê şanogerê Elman Jan Boherman hatî vekirin bi bîr xist.

BAKSÎ: ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBÛ, EM JÎ BÊDENG NABIN

Kurd Baksî, ev daxuyanî ji rojnameyê re kiribû: “Em nêzîkatiya Erdogan a li beramber rojnamevanan dizanin. Lê doza ku der barê rojnamevanên Swêdîde vekirin em şok kirin. Eger ku tehemûla Tirkiyeyê ji nivîseke biçûk a li rojnameyeke Swîsreyî re nebe, rewşa 150 rojnamevanên ku bi sûcên bêbingeh hatine girtin bifikirin.”

 Baksî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Dewleta Tirk û Erdogan dixwaze li Swîsreyê azadiya çapemeniyê asteng bike û ev rewşekî bi fikar e. Ev, rewşa çapemeniya azad û azadiya fikirînê ya li Tirkiye gihiştiyê dide nîşandan. Vê yekê dixwaze li Swîsreyê jî bike û me bêdeng bike. Çawa ku li Tirkiyeyê nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, nikarin me jî bêdeng bikin.”