Rapora Nirxandin a Xizmetên Civakî û Tenduristiyê ya Sala 2012’an a SES’ê hat amadekirin. Li gorî raporê di 2002’an de dema AKP hatiye desthilatdariyê di qada tenduristiyê de hejmara xebatkarên taşredon 11 hezar û bû di 2012’an de 126 hezar bû. Serokê Giştî yê SES’ê Çetîn Erdolu jî diyar kir ku hikûmet di bin navê ‘Bernameya Veguhertina Tenduristiyê de qada tenduristiyê pêşkêşî sermayayê dike.
Sendîkaya Kedkaran a Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) di beşa ya rapora xwe de diyar kir ku Bernameya Veguhertinê ya Tenduristiyê ya ku di salên 80’î de hat destpêkirin bi hatina AKP’ê re lezgîntir bûye û got projeya bernameya Bankaya Cîhanê ye û ji aliyê IMF û Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê re li ser Tirkiyeyê pêk hatiye. Rapor li gorî daneyên TUÎK û wezareta Tenduristiyê hat amadekirin.
Di beşa Xizmeta Tenduristiyê ya raporê de hat diyarkirin ku li Tikriyeyê serî kesî 550-600 dolar li tenduristiyê tê xerckirin û di nava demê hikûmeta AKP’ê weke serkeftinekê ev ji raya giştî re îlan kir. Her wiha hat diyarkirin ku kalîteya xizmeta tenduristiyê pir ketiye û AKP’ê ev jî veşartiye. Di raporê de hat diyarkirin ku di xerckirina tenduristiyê de ya OECD’yê jî 2 hezar û 107 dolar e.
TIRKIYE DI NAVA WELATÊN OECD’Ê DI RÊZA DAWÎ DE CIH DIGIRE
Tirkiye di nav welatê OECD de dema serî kesî xerckirina tenduristiyê li ber çavan tê girtin di rêza dawî de cih digire û di raporê de wiha hat gotin. Di pêvajoya bernameya Veguhertina tenduristiyê de zêdebûna xerckirin salê, zêdekirina hejmara tedawiyê û serlêdana mirovên nexweş, çavkaniya ji bo vê tê zêdetkirin welat vediguherîne çopa teknolojiya tenduristiyê. Bi vê re pirsgirêk kurtir dibe. Di 2012’an de xerckirinên Butçeya Rêveberiya Navendî ji sedî 4.4 bû û ev tenê ji sedî 0.58 ji bo xizmetê hatiye veqetandin.”
VEGUHESTINA DI TENDURISTIYÊ DE WEKÊ ŞÎDETÊ VEGERIYAYE
Di beşa bi sernavê ‘Di aliyê xebatkarên tenduristiyê de di sala 2012’an de Xizmeta Tenduristiyê’ de ya raporê de rewşa kedkeran li ber çavan hat girtin. Di raporê de wiha hat gotin: “ Di 2012’an de Bernameya Veguhertina Tenduristyê ji bo xebatkaran bû sedema nexweşî, bê ewlehî û wendahiya maf û şîdetê. Şîdet ne tenê ji aliyê nexweş û xizmetên nexweşiyan ji aliyê parlamenter, peywirdarên cewawerî pêk hat. Herî dawî li navçeyeke Amedê doktoreke jin li erdê hat kaşkirin û rastî şîdetê hat, li nexweşxaneyeke zanîngehê midûrê nexweşxaneyê rastî êrîşa asîstanê serwîsa lezgîn hat.”
BI ÎSTATÎSTÎKAN AKP’Ê TAŞERONTÎ AFIRAND
Di raporê de bal kişandin ser taşerontiya bi destê AKP’ê hatiye afirandin û li gorî îstatîstên di raporê de cih girtiye: “Di 1993’an de li Tikriyeyê di qada tenduristiyê 224 hezar xebatkar hebûn. ji vana 218 kadro, 6 hezar yên teşeronan bû. Dema AKP hat ser desthilatdariyê hejmara xebatkaran bû 256 û ji vana 245 hezar kadro û 11 hezar jî yên teşeronê bû. Di 2012’an de jî 507 hezar xebatkarên tenduristiyê hebûn ji vana 381 kadro û hejmara taşeron jî gihişt 126 hezarî.
ERDOLU: QADA TENDURISTIYÊ BÛYE QADA SERMAYÊ
Serokê giştî yê SES’ê Çetîn Erdolu texrîbta ku AKP’ê li ser qada tenduristiyê kiriye ji ANF’ê re nirxand. Erdolu da zanîn ku Bernameya Veguhertina Tenduristiyê ya ku ji aliyê AKP’ê ve bi lez û bez hate meşandin, armanca wê ya esas ew e ku xizmeta tenduristiyê tasfiye bike û qada tenduristiyê biguherîn qada sermayeyê.