AKP'ê li Dîlokê ji çeteyan re nexweşxaneyek vekir
AKP'ê li Dîlokê ji çeteyan re nexweşxaneyek vekir
AKP'ê li Dîlokê ji çeteyan re nexweşxaneyek vekir
Di rewşeke ku li ser desteya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê nîqaş tê meşandin de, derket holê ji bo çeteyan li Dîlokê "Nexweşxaneya Cîhadê" hatiye vekirin. Rayedarên nexweşxaneyê, di anîna çeteyan de desteka dewletê venaşêrin û dibêjin, "Em di bin çavdêriya dewletê de derbasî aliyê din ê sînor dibin û vedigerin."
Rojnameya Bîrgun dîmenê nexweşxaneyeke taybet a li Dîlokê kişand, ku lê çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Rojava birîndar dibin tên tedawîkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgun, nexweşxaneya ji 6 qatan a kîlometreyekê dûrî Walîtiya Dîlokê ye, ji bo tedawîkirina "Milîtanên Eniya Îslamî" hatiye avakirin.
Li gorî agahiyên Nûnerê ÎMKANDER ê Dîlokê Saît Gokdere da; fînansmanê nexweşxaneyê ÎMKANDER e. Malzemeyên paqijiyê û pêwîstiyên din ên xwarinê jî, ji aliyê Şaredariya Şahînbey a AKP'yî ve tê dayîn.
Gokdere pêwîstî bi veşartina desteka hikûmeta AKP'ê nabîne. Gokdere dibêje, "Berê birayên me yên mucahît dihatin Tirkiyeyê, ji ber hejmara zêde ya mirovan a li nexweşxaneyan, rezîl dibûn. Xwedê ji hikûmetê razî be ku bi toleransa nîşan da û alîkariyê re me gelek tişt bi ser xist. Weke ÎMKANDER, li Dîlokê navendeke me ya rehabîlîtasyonê ya ji 75 doşekan heye. Di bin çavdêrî û kontrola dewletê de em derbasî aliyê din ê sînor dibin û vedigerin."
Li gorî vê yekê şebekeya çete bi vî rengî tevdigerin: Endamên çete, bi wesayîtên ji Dîlokê tên şandin re ji Sûriyeyê tên wergirtin û ji bo destwerdana destpêkê ya bêkirin dibin Kîlîsê. Eger li servîsên li vir cih nebîne, birîndaran tînin Dîlokê; eger li vir jî cih nebîne dişînin Enqere yan jî Stenbolê.