‘AKP, bi dirêjkirina Rewşa Awarte re dixwaze destkeftiyên xwe her demî bike’

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî daxuyaniyên Serokwezîr Bînalî Yildirim nirxand kir û wiha got: “AKP, bi dirêjkirina Rewşa Awarte re dixwaze destkeftiyên xwe her demî bike.”

Parlementer û Berdevkê Partiya HDP’ê Ayhan Bîlgen, têkildarî daxuyaniya Serokwezîr Bînalî Yildirim a “Wê pêşnûmeqanûna Serokatiyê were Meclîsê” bi gotinên “AKP, bi dirêjkirina Rewşa Awarte re dixwaze destkeftiyên xwe her demî bike.” bersiv da.

Bîlgen ê ku bersivên pirsên ANF’ê dan wiha anî ziman: “Di her fersendê de weke ku pirsgirêka sereke ya welat sîstema Serokatiyê ye dixin rojevê û tevger dikin. Fersend ji rewşa gel a pîskolojîk a hewldan darbeyê girtin û bi pêkanîna Rewşa Awarte dixwazin destkeftiyên xwe herdemî bikin.

‘NE XWESTEKÊN GEL IN, HESABÊN ERDOGAN IN’

Bîlgen binî xet kir ku di rewşa heyî ya niha ku patiyên siyasî dimeşînin ne mimkûne ku distûra bingehîn were sazkirin. Bîlgen wiha got: “Di rewşa heyî de pêşniyarên gel di Distûra Bingehîn de nakeve ber çavan û ya dikeve pêş çavan jî daxwaz û fermanên Erdogan in.

Bîlgen axaftinên Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawîşoglû yên di Meclîsa Parlementoya Konseya Ewropayê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Lêgerîna Serokatiyê ya ku Çawûşoglû îdîa dike, ji bo belavkariya hêza heyî ne, berovajî rê li ber rejîma yekmêrî vedike.”

Berdevkê Partiya HDP’ê Ayhan Bîlgen binî xet kir ku pêwîstiya welat bi Dirsûrekî Bingehîn a zelal û bê alî heye û wiha got: “Bi xwezayî pêdivî bi Distûrekî Bingehî heye, ev li ser partiyên siyasî ferze ku rewşekî ku bikeve meryetê pêk bînin. Partiyên ku di nava Meclîsê de, bi hilbijartinê ditirsînin, ketine pey hesabê parastina Serokatiyê.”