Akdogan ê girtî: Tişta ku ji destê we were bikin

Abdulselam Akdogan ku li Girtîgeha Osmaniye di greva birçîbûnê de ye got, ‘’Rewşa hevalên me yên ku di koma pêşî de ne, ne baş e. Çi ji dest we were bikin, ranewestin’’.

Çalakiya girtiyên ku di li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine rojiya mirinê kete roja 25’an.

PÊŞÎ JI WELATÊ XWE Û PIŞTRE JI MALBATA XWE DÛR KET

Abdulselam Akdogan (25) ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Osmaniyê di greva birçîbûnê de ye, ji gundekî Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Beriya bi 30 salî piştî ku gundê wan ji hela dewleta Tirk ve tê şewitandin û xirakirin malbata Akdogan bere xwe didin Edene. Dema dawî, ku li gund mabûn her cure êşkenceyê dibinin. Akdogan ku zarokê duyan ê malê ye, heta pola 3’an a dibistana navîn xwend. Piştre ji ber destengiya aborî Akdogan dev ji dibistanê diqere û 10 salî li tekstîlê dixebite. Bi ser de ne li Edene jî. Pîrika wê hê 10 salî wî dibe Izmîr Qadîfekalê cem xalê wî, Akdogan li vir piştî ku 4 salan dixebite vedigere Edene cem malbatê.

Akdogan ku li Edene atolyayeke tekstîlê vedike, bi birayê xwe re vir dixebitîne. Akdogan li gorî rewşa ku nû hatibûn vir xwe bi ser hev de tînin, ji 20 saliyê û wir ve xwe dide xebatên ciwanan. Bi demê re hema hema hemû wextê xwe dide xebatên ciwanan, kare tekstîlê bi hêviya birayê xwe ve dihêle. Piştî demeke kurt ji malê vediqete û di nav têkoşîna Kurd de bi temamî cih digire.

‘DOR A WE YE, NESEKININ’

Piştî ku Akdogan ji malê vediqete bi 2 salan bi telefoneke ku li mala wan diğerin, malbat hîn dibe ku kurê wan hatiye girtin û wê wî derxînin ber dadger. Akdogan piştî ku çend mehan li Girtîgeha Kurkçuler girtî dimîne bi şertê kontrola edlî tê berdan, piştre li Stenbolê dîsa tê girtin û dixin Girtîgeha Girtî ya Silîvrî. Akdogan ê ku ev 3 sal in girtî ye, 15 sal ceza lê tê birin. Dosyaya wî ku dişinin temyîze cezayê wî dibe 10 sal. Akdogan ev 140 roj in di greva birçîbûnê de ye. Akdogan Nîsan bihurî dema ku malbata wî diçe cemê, dibêje 13 kîlo li xwe kêm kiriye, ulser bi mîda wî re heye û got, ‘’Rewşa me pir ne baş e, ez dîsa dikarim îdare bikim lê rewşa hevalên me yên ku di koma pêşî de ne, her ku diçe xirab dibe. Dayê, çi ji dest we tê bikin, nesekinin. Tişta ku ji dest me hat me kir, niha dora we ye.’'

DAYIK AKDOGAN; EM PÊ ŞANAZ IN, XWEDÎ LÊ DERDIKEVIN

Dayik Hemdiye Akdogan dibêje, heta ku dilopek xwîn di laşê wan de heye ew ê li pey nirxên xwe bin û got, ‘’Kurê min dibêje heke tecrîd ranebe ew ê dest bi rojiya mirinê bike. Heke hikûmet bêdeng bimîne ne tenê kurê min, li hemû girtîgehan wê rojiya mirinê dest pê bike. Heke ew dest pê bikin em ê jî dest pê bikin. Ez bi kurê xwe şanaz im. Heta dawiyê em bi wan re ne, em ê bibin dengê wan ên li derve. Wan divê bila me bi erdê ve kaş bikin. Wan divê weke kurê min, ji ber ramanên min, ji ber Kurdbûna min, min bigirin.’’