Akdag: Dewlet Îzolan diparêze

Piştî ku birayên wekîlê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol komkujî kiribûn û bi wesayitê reviyabûn  pê li Ridvan Buluş jî kirin û ew kuştin. Hevalê Buluş Huseyîn Aldag got,''Dewlet wan diparêze''.

Hevalê Ridvan Buluş Huseyîn Akdag têkilî komkujiya birayê wekîlê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol got, wesayita Cîhan Îzol bi 200 kîlomemtre lezê piştî ku pê li Buluş û mixaletiyê wî Serhan Delen dike, direve. Akdag got, ev cînayet e û divê ser vê neyê nixumandin.


MAMOSTETÎ QEDANDIBÛ, HÊ QEDROYA XWE NESTANDIBÛ

Buluş mamostetî qedandibû û hê qedroya xwe nestandibû, li Stenbolê di diziya televizyonekê de asîstaniya kamerayê dikir. Buluş ku ji bo cejnê hatibû malê, dema ku li taziyeya xizmekî xwe bû, bû hedefa wesayita Îzolan. Xizmên Buluş û Delan dixwazin berpirs di cih de werin cezakirin. Yek ji hevalê zaroktiyê yê Buluş Huseyîn Akdaş, ku bi Buluş re ji Stenbolê hatî Sîwerekê hê jî ji ber bûyerê behitî ye. Akdag ku li Stenbolê bi Buluş re di malekê de dima, got, ''Heke nehatana kuştin 20'ê Hezîranê bi hev re em ê vegeriyana Stenbolê, lê nebû.''

'BI 200 KM LEZÊ LI WAN QELIBÎN Û REVIYAN


Akdag got dema ku birayên Zulfîkar Îzol li taxa Çeltikê komkujî kirin, Ridvan li taziyeya hevserê xaltîka xwe bû. Akdag got, li gorî gotinên şêniyên taxê, saet li derdora 09.30'an dema ku Buluş û Delen li derve çixare dikişandin, wesayiteke spî ya ku bi 200 kîlometre bi lezê diçû li wan qelibiya û wesayit reviyaye, Buluş û Delen radikin nexweşxane lê herdu jî jiyana xwe ji dest didin.


'NEHIŞTIN KU TIŞTEK BI CÎHAN ÎZOL Û BIRAYÊN WAN WERE'

Akdag got Cîhan Îzol ku pê li Buluş û Delen kirî, ew jî li wê nexweşxaneyê bûye û ji ber vê jî di navbeyna xizmên du ciwanan û Cîhan Îzol de pevçûn derketiye. Akdag got, dema ku agahî tê standin jandarma û polîs dora nexweşxanê digirin û got, ''Piştî ku Cîhan Îzol û birayên wî têne nexweşxanê hemû polîs û jandarma dora wan digirin û nahêlin ku tiştek bi wan were. Bi ser de, Waliyê Rihayê, Midûrê Emniyetê û Fermandarê Jandarma jî hate nexweşxane û nehiştin ku kesek ji deriyê acîlê yê nexweşxanê bikeve hundir.

'EV NE QEZAYEKE JIRÊZÊ YE'

Akdag got, kesên ku komkujî kirin ji ber ku birayê wekîlê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol bûn dewletê ew parastine û tam ji bo vê li ser lêpirsînê biryara veşartinê hatiye standin. Akdagt got Buluş 2015'an ji Zanîngeha Mîmar Sînan a Stenbolê ji beşa matematîkê mezûn dibe û dibêje, ''Ez û Ridwan ev 24 sal bûn hevalê hev bûn, ji dibistana seretayî ve em bi hev re bûn, hevalê min ê zaroktiyê bû, me dibistana navîn bi hev re xwend. Parçeyek ji min çû. Ev ne qezayeke jirêzê ye. Ez dixwazim birayên Îzolan, di serî de Cîhan ji ber vê were darizandin, dadmendî çêbibe û ev şexs werin cezakirin.''