Akademîsyen Nûkhet Sîrman hate binçavkirin

Nûkhet Sîrmana ku li Zanîngeha Bogazîçiyê akademisyen e, bi hinceta lêkolîneke ku dike hat binçavkirin.

Kolektîfa Femînîst ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku Nûkhet Sîrmana di Beşa Civaknasiyê de akademîsyen e hat binçavkirin.

Kolektîfa Femînîst di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de diyar kir ku lêkolîna ku wê kiriye weke hincet hatiye nîşan dan û wiha gotin: “Akademîsyena Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha me Nûkhet Sîrman bi hinceta lêkolîna ku kiriye bi derhiqûqî hat binçavkirin. Divê Mamoste Nûkhet bê berdan!”

Akademîsyenên ji bo Aştiyê jî bertek nîşan dan û gotin: “Mamosteya me, hevala me, îmzekara aştiyê Nûkhet Sîrman di çarçoveya hevdîtineke qadê ya lêkolîna xwe de bi awayekî derhiqûqî hat binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê de rastî pêkanînên keyfî hat. Divê mamosteya me Nûkhet demildest bê berdan!”

Gelek bikarhênerên X’ê bertek nîşanî binçavkirina Sîrman dan û daxwaza berdana wê kirin.