Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku tevlî karê partiya xwe yê li Stenbolê bûye, li otelekê bi akademîsyen, rewşenbîr û karsazan re rûnişt.
Di nava heyeta HDP'ê de Ahmet Turk, Parlamenterê Amedê mûsa Farisogûllar, endamên Meclîsa Partiyê, Dayikên Aştiyê û rêveberên partiyê hebûn.
Turk bal kişand ser rewşa Kurdan û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn û got, "Divê em hemû bibînin ku heta demokrasî pêk neyê em ê nikaribin bi hêsanî ji çirava Rojhilata Navîn rizgar bibin. Ji ber vê yekê têkoşîna me têkoşîna demokrasiyê ye."
Turk diyar kir, sedema bingehîn a ku HDP li ser piyan dimîne ew e ku hêza xwe ji gel werdigire û anî ziman, ew alternatîfeke sêyemîn nîşan didin û ev yek jî weke "Tevgereke ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hembêz dike" bi nav kir.
Turk destnîşan kir, dengên hilbijêrên Kurd ên li Stenbolê gelekî watedar e û got, "Ji bo dengên me watedar be em dixebitin. Em hewl didin ku dengê me bandorê li encamê bike."
Turk got, "Ji ber vê yekê di vê hilbijartinê de em li aliyê demokrasiyê ne. Em li dijî zilmê derkevin. Em rengê xwe nîşan didin. Li dijî feraseta ku Kurdan fêhm nake, Kurdan weke dijmin dibîne em hewl didin peyamekê nîşan bidin."
Turk destnîşan kir, tercîha gelê Kurd wê demokrasî be û got, "Carna di demeke kurt de deriyên guhertinê vedibin û di vê mijarê de gav tên avêtin. Em neçar in van pêvajoyan bişopînin. Em ê tenê lê temaşe nekin. Em ê tevlî bibin. Siyasetmedar ya wê vê qebûl bikin ya jî wê bikevin rewşeke welê ku nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin."